Namzedê HUDA PARê yê Mêrdînê: Em dixwazin biratiya xwe tesîs bikin

13-03-2024
Îsmaîl Çevîk / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îsmaîl Çevîk / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HUDA PAR Mêrdîn Namzed Îsmaîl Çevîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsmaîl Çevîk got, “Em dixwazin biratiya xwe tesîs bikin, em van rêya bi zêr jî bikin dema ku biratiya me ne tam be kêmasiyek heye.”

Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Îsmaîl Çevîk, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Mêrdînê rikeberiyê bikin, herwiha HUDA PARê jî namzedê xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dike.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Mêrdînê ya giştî 888 hezar û 874 e.

Nifûsa navenda Mêrdînê jî 194 hezar û 73 ye.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên 542 hezar û 46 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin namzed.

Ahmet Turk salên 2014 û 2019an jî bûbû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû şûna wî.

AK Partiyê biryar da ku Abdullah Erîn bibe namzedê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

HUDA PARê jî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Îsmaîl Çevîk kir namzed.

Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Îsmaîl Çevîk bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em dixwazin biratiya xwe tesîs bikin”

Îsmaîl Çevîk da zanîn ku ew dixwazin xizmetê ji gel re bikin û got:

“Em dixwazin biratiya xwe tesîs bikin, em van rêya bi zêr jî bikin dema ku biratiya me ne tam be kêmasiyek heye.

Dema hi hizûr nebe, ewlehî nebe em kêmaniyeke mezin dibînin.

Înşalah em dê bi destê HUDA PARê hizûrê bînin ji qewmê xwe re û ewlehiyê bînin bajarê xwe.”

Îsmaîl Çevîk li ser pirsa “Gelo HUDA PAR xwe wekî partiyeke Kurdî, Kurdistanî dibîne yan wekî partiyeke Tirkiyeyê?” got:

“HUDA PAR hem Kurdî, hem Tirkî hem jî Erebî ye. Ez dibêjim, ‘Mêrdîn e, Tirkiye ye, Kurdistan e û hemû umet e.”

“Divê Kurdî bibe zimanê fermî”

Namzedê HUDA PARê li ser fermîbuna Kurdî jî got:

“Tiştê ku li qewmekî helal be li hemû qewman helal e.

Em dibêjin lazim Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem. Divê Kurdî li dibistanan fermî be.”

“DEM Partiyê derî li ber me venekirin”

Îsmaîl Çevîk li ser pêwendiyên HUDA PARê yên bi partiyên din ên Kurdan re jî got:

“Dêriyê me ji her kesî re vekiriye. Heta ku deriyê xwe li ber me negirin em dikarin herin her cihî.

DEM Partiyê derî li ber me venekirin, em çûn wan derî girtin.

Ku niha jî deriyan vekin em dê herin çimkî ew jî qewmê me ne, miletê me ne.

Dema mirov deriyan li ber hev bigire ti pirsgirêk nayên helkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst