Firokeyeke Tirkiyê devereke nêzikî Çemankê bombebaran kir

12-12-2020
RÛDAW
Nîşan Çemankê Tirkiye Gare
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyeke şer a Tirkiyê geliyê Avukê bombebaran kir ku dikeve quntara çiyayê Gare, li nêzîk nahiyeya Çemankê ser bi qezaya Amêdiyê. Rêveberê wê nahiyeyêh jî dibêje, ziyana canî çê nebûye û ziyanên madî jî aşkere nebûne.

Elind Emîr, Rêveberê nahiyeya Çemankê ji Rûdawê re ragihand, îro demjimêr 11.30 firokeyên Tirkiyê devera pişt geliyê Avukê bombebaran kir ku kêmtir ji 5 kîlometran ji navenda Çemankê dûr e. Emîr dibêje, ji ber bombebaranê tirs li nav xelkê deverê çê bûye.

Derbarê ziyanên wê bombebaranê jî, Rêveberiyê Nahiyeya Çemankê dibêje, ziyana canî nebûye, tîm jî niha nikarin bigihijin cihê bomberanê ku ziyanên maddî diyar bikin.

Nahiyeya Çemankê navçeyeke sînorî nîne û 45 kîlometran dikeve rojhilatê navenda Dauhokê, bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, ew dever çendîn car e ji aliyê firokeyên Tirkiyê vet ê bombebarankirin.

Destpêka meha borî, alozî di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Pêşmerge de çê bûbûn û li nêzikî Çemankê ji ber teqîna bombeyeke çandî pêşmergeyekî canê xwe ji dest dabû û 3 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst