Balafirên Tirkiyê sînorê navçeya Çemankê bombebaran kirin

12-11-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Çemanke Bombebaran Gundê Meranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên Tirkiyê îro sibehê gundê Meranê yê li sînorê navçeya Çemankê ya Amêdiyê bombebaran kir. Welatiyekî gund ji Rûdawê re ragihand ku di bombebaranaê de ti ziyanên canî çênebûne.

Îsmet Sayarî rûniştvanê gundê Merene ji Rûdawê re ragihand ku îro Şemiyê 12.11.2022 balafirên Tirkiyî sê caran li ser hev geliyê gundê Merane yê li quntara çiyayê Garê bombebaran kirin

Seyarî got ku di ecama bombebaranê de ti ziyanên canî çênebûne, lê ji ber bombebaranê tirs û nîgeranî di nava xelkê deverê de çê kiriye.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022an de li herêma Avaşîn, Matîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê operasyonek li dar xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst