Hewlêr (Rûdaw) – Endamê serkirdetiya PKKê Riza Altun got, ku Amerîka ji bo berjewedniyên xwe li gel YPGê ketiye nav têkiliyeke taktîkî û îdîa kir, ku bi vê peywendiyê Amerîka hemû derfetên xwe bikar tîne ji bo PYDê ji nasnameya xwe ya sosyalîstî dûr bixe.
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistamê KCKê Riza Altun di hevpeyvînekê de ji ragihandina nêzîkî PKKê re rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şirove kir û diyar kir, ku Amerîka ev 40 sal in li hember PKKê têdikoşe lê ji ber rewşa Sûriyê û berjewendiyên xwe neçar maye li gel Yekîneyên Parastina Gel YPGê hevpeymaniyê saz bike.
Riza Altun, ku yek jê damezrênerê PKKê ye got: “Li Rojhilata Navîn rewşeke nû heye, ku hemû kesên li ser vê erdnîgariyê û herwiha sîstema cîhanî eleqeder dike. Di navbera hêzên emperyalîst û hêzên mêhtînger ên herêmê de tekoşînek heye. Her hêzek li gorî berjewendiyên xwe peywendiyên taktîkî pêş dixe.”
Bi nêrîna Altun, ji bo Amerîka li Sûriyê bimîne 3 bijarde li pêş wî bûne, ku yek ji wan bijardeyan berdewamkirina hevpeymaniya li gel Tirkiye û Siûdî bûye û vê bijardeyê îflas kiriye. Bijardeya duyemîn vekişandina ji Sûriyê bûye, ku ev jî li dijî berjewendiyên Amerîkayê bûye, lewma bi neçarî li gel YPGê têkîliyeke taktîkî daniye.
Riza Altun da xuyakirin tekîliya Amerîka û YPGê di nava xwe de têkîliyeke “pir bi êş û jan e û pir bi tevçûn e” lê di cîhanê de jî ne yekemîn car e. Altûn mînaka vê têkîliyê şibande hevpeymaniya Amerîka û Sovyetan a di dema şerê cîhanê ya duyemîn de û diyar kir: “Ev ne tekîliyeke stratejîk e. Di şerê cîhanê jî de piştî ku faşîzm hate têkbirin hemû aliyek vegeriyane ser pozîsyona zwe ya siyasî û ser xeta xwe ya îdeolojîkî.”
Berpirsê PKKê balkişande ser wê yekê, ku Amerîka bi vê peywendiya taktîkî ji bo PYD û hêzên kurdî ji nasnameya sosyalîstî dûr bixe û bi sîstema emperlayîstî ve pîne bike.
Altûn tekez kir, ku têkîliyên Amerîka û Rojavayê Kurdistanê tenê taktîkî, siyasî û leşkerî ne û got: “Ma Amerîka pir ji xeta azadiya PYDê razî ye? Ma Amerîka dixwaze li cihê dewletê li wir rêveberiyeke ser hîmê hêza xweser hebe? Ez bawer nakim. Amerîka niha naxwaze vê yekê bibîne û li hember vê jî piranî peywendiyên xwe yên li gel dewletan li ser bingehên statejîk ava dike.”
Riza Altun herwiha îdîa kir, ku Amerîka dixwaze hêzên Rojavayê Kurdistanê neçarê nijadperestiyê û dewleta netewe bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse