Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê: Dê pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê vegerin rojên berê

12-09-2024
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye deriyê sînorî yê di navbera Serêkaniyê ya serxetê û Serêkaniyê ya binxetê de nûjen dike.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat di vekirinê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat diyar kir ku ew derî dê di navbera navçeya Serêkaniyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de bibe pirek.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad jî di daxuyaniyeke xwe de destnîşan kir ku ji bo asayîbûna pêwendiyên her du aliyan divê Tirkiye ji nav axa Sûriyeyê vekişe.

Tirkiyeyê Çiriya Pêşîna 2019an bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kir û ji wê demê ve di destê Tirkiyeyê û grûpên ser bi wê de ye.

Niha Tirkiye deriyê di navbera her du Serêkaniyêyan de mezin û nûjen dike.

Wezîrê Baziganiyê yê Tirkiyeyê di vekirinê de amade bû û got ku bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê deriyê gumrikê sala 2022yan hatibû vekirin lê kar di nav konteyniran de dihat meşandin.

Wezîr her wiha diyar kir ku niha derî tê nûjenkirin û ji bo nûjenkirinê 78 milyon lîreyên Tirkî dê werin xerckirin.

Wezîrê Baziganiyê yê Tirkiyeyê li ser pêwendiyên wan ên bi Hikûmeta Sûriyeyê re jî da zanîn ku ew dê vegerin rojên berê.

Wezîrê Baziganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat anî ziman:

“Ev vekirin wekî sembolekê ye. Bi saya Xwedê li welatê cîran û bira Sûriyeyê, dê jîngeheke bê pevçûn û aştiyane were avakirin û ew dê bi xwe re pêwendiyên biratî, civakî, bazirganî, aborî û hilberînê yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de vegerîne rojên berê.

Ev rêveberiya gumrikê ya ku bi awayekî gelekê baş tê çêkirin bi saya Xwedê dê ji bo bazirgan, pîşesaz û cotkarên me bibe deriyeke girîng a bazirganiya her du aliyan.

Ew dê di navbera Ceylanpinar û Rasileynê de bibe pireke girîng. Ji niha ve li ser xêrê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst