Tirkiye li ser topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam e.
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve du gund li rojavayê Til Temir topbaran kirin.
Tirkiye li ser topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam e.
Çavkaniyên xwecihî belav kirine, ku Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê her du gundên Gozeliyê û Um el-Xêr ên li rojavayê bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê û li ser rêya navdwletî ya M4 topbaran kirine.
Li gor heman çavkaniyan, hêzên Tirkiyê çend top û hawan avêtine wan gundan, lê ti zanyarî derbarê ziyanan de nehatine belavkirin.
Di wan demên dawî de Tirkiyê topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêdetir kiriye û di encamê de sivîl jî dibin qurbanî.
Meha bihorî di encama topbaranên Tirkiyê de li Hesekê 4 xwendekarên keç û li Til Temirê jî xwendekareka keç, bi giştî 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse