VÎDEO - Bax û baxçeyên Dêrsimê dişewitin

12-08-2016
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dêrsim Agir Bax û Baxçe
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Gelek caran ji ber top û bombebaranên Arteşa Tirkiyê agir bi daristanên Dêrsimê dikeve lê vêcarê ji ber xemsarya welatiyan bax û baxçeyên Dêrsimê dişewitin.

 

Li devera Pax li gundê Kela Bertal a girêdayî navenda bajêr, agirê ji nav gund destpê kir û pekiya nav daristanan. Agir heta niha jî nehatiye kontrolkirin.

 

Gundiyan mal û xaniyên xwe bi ava nav malan rizgar kiribe jî lê belê piraniya bax û bostanên wan şewitîne.

 

Herwiha hat zanîn ku li heman herêmê li devera Sînan jî duh danê êvarê agir bi daristanan ket.

 

Hemwelatiyê bi navê Kemal Gokalp got:-

 

"Çawa zerer û ziyan li me nekeve. Dizanî xaniyê min li vî jêrî ye. Teyî dîsa me bi hewlên xwe xaniyê xwe ji şewatê rizgar kir. Bax û baxçe jî hemû çû. Agir hemû kir xwalî. Baş bû ku ava me ya malê zêde bû. Nexwe dê xaniyê me jî bişewitiya."

 

Agirê ku li binê gund dest pê kir, ba her diçe gurr dike û li nav daristanan belav dike. Gihayên hişkbûyî rêgirtin û vemirandina agir û şewatê zehmettir dike.

 

 

Hemwelatî Arezû Gokalp jî wiha axivî:

 

"Ba tê, agir ji jêr ve girt û hat. Giha hişk e. Îca çawa dişewitî dihat! Kî dikare bi şewata gihayê hişkbûyî re pêre bigihîne. Hêza me jî têrê nekir, em rê li ber agir bigirin. Agir çawa bi vir ket, me jî bela xwe dît, bax û baxçeyên me jî bela xwe dît."

 

Digel kesên dilxwaz, tîmên agirkujiyê heta niha jî hewl didin pêşî li agir bigirin û vê şewatê bi temamî vemirînin.

 

Derbarê mijarê de agirkujê xwebexş Ercan Guneş jî wiha got:

 

"Du roj e, li vê herêmê agir û şewat heye. Duh jî li beramberê vî gundî şewat hebû. Niha jî agir bi vî gundî ketiye û berdewam dike. Miletê me tê alîkariyê, ji Rêveberiya Karên Daristanan û ji Şaredariyê alîkarî hat, lê nikarin vemirînin. Lê binêrin bax û baxçe û daristan hemû şewitîn. Ji ber agir û şewatê derûna miletê me xirab bûye."

 

Li Dêrsimê salane bi hezaran hekdar erd û daristan dişewitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst