Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encam de 4 jê zarok 8 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û li gor zanyariyên hatine belavkirin rewşa tendirûstî ya 4 birîndaran giran e.
Îro 12ê Temûza 2023an li ser rêya Amed-Rihayê li nêzîkê gundê Pîrînçlîk otomobîleke ku nasnameya şofêrê wê nehatiye zanîn wergeriya.
Di bûyerê de 4 jê zarok 8 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin û li gor zanyariyên hatine belavkirin, rewşa tendirustî ya 4 birîndaran giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse