Hevserokê Giştî yê PENa Kurd: Hejmara zarokên kurdîaxiv roj bi roj zêdetir dibe

12-07-2022
RÛDAW
Nivîskar hewlên ji bo ziman girîng dibînin
Nivîskar hewlên ji bo ziman girîng dibînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê  Giştî yê PEN a Kurd Omer Fîdan ragihand ku hewldanên ji bo parastina zimanê Kurdî zêde dibin û hejmara zorkên Kurdî diaxivin jî roj bi roj zêdetir dibin.

Li Bakurê Kurdistanê, parastin û bikaranîna zimanê Kurdî di van salên dawiyê de yek ji babetên girîng ên jiyana xelkê bû. Ji bo fêrbûna zimanê Kurdî zêdetirî 20 hezar zarok û nûciwanan dersa Kurdî hilbijartibûn, lê tenê 3 mamosteyên zimanê Kurdî hatine damezirandin.

Rewşenbîr û nivîskar hewlên ku xizmeta pêşxistin û berbelavkirina zimanê Kurdî dikin, girîng dibînin, lê dibêjin; divê beriya her tiştî statûyeke ziman hebe û fermî be.

Hevserokê  Giştî yê PEN a Kurd Omer Fîdan dibêje: “Heta ku statûyeke fermî ya zimanekê tunebe û heta ku bi awayeke berbelav di perwerdeyê de neyê bikaranîn û heta ku çapemeniyeke azad a wî zimanî tunebe ew ziman her tim di nava xetereyê de ye. Em dikarin bibêjin kurdîhez û kurdîparêz di nav hewldanan de ne da ku hişmendiya parastina Kurdî zêde bibe û ew roj bi roj daxwaza fermîbûna Kurdî zêde dibe. Hejmara zarokên kurdî diaxivin jî roj bi roj zêdetir dibin.”

Di van salên dawiyê de hewlên vejandin û zindîkirina zimanê Kurdî zêde bûne. Çendîn saziyên sivîl, partî û dezgehên ragihandinê kar dikin da ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Welatî jî dibêjin, hewlên ji bo axaftin û nivîsandina bi Kurdî, divê destpêkê li nava malbatê de bêne dayîn.

Bi nêrîna gelek derdoran, axaftina bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê pêşve diçe û di ragihandinan de jî axaftina bi Kurdî zêde bûye. Lê tevî girîng dîtina van pêngav û hewlan, bi nêrîna piraniya xelkê, heya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nebe zimanê fermî û zimanê perwerdê, dê guvaşên li ser ziman her berdewam bin. Lê her çawa be, divê her kesek ji aliyê xwe ve bi Kurdî baxive, binivîse û bixwîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst