Şer û pevçûn li Kêste û Çelkê berdewam in

12-05-2021
Artêşa Tikiyê derdora herdu gundê Kêste û Çelkê bombebaran dike
Artêşa Tikiyê derdora herdu gundê Kêste û Çelkê bombebaran dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer u pevçûn li deverên herdu gundên Kêste û Çelkê li nahiya Kanî Masê berdewa ine û ji ber wî şerî,  ziyaneke zêde jî gihîştiye bi raz û baxên navçê. Herwiha  beşeke zêde ji  şaneyên hingiv yên  wê navçê şewitîne.

Peyamnêrê Rûdawê Nayif Remezan ji Kanî Masê ragihand ku şeva borî saet 12ê şevê, şerekî giran li derdora Gundê kêste û Çelkê ya kirîstiyan  derketiye û artêşa Tirkiyê , navçe topbaran kir û bi helîkopterê  jî ew navçe da ber rokêtan.

Derdora Gundê kêste û Çelkê tên topbarankirin û di encama wan topbaranan da, zer û baxên xelkê wê navçê şewitîne.

Nayif Remezan dibêje, kêmtir ji 200 mêeran ma bû ku agir bigehêje nav gunde Kêste, lê ji ber hebûna rêyekê, agir  bi gund neketiye.

Ji ber vê sedemê , heya niha li zêdetrî 1600 erd şewat derketiye, her dohî beşeke  zêde ya şaneyên  hingivîn a xelkê navçê şewitîn, bi taybetî  li gundê Kêste ku 26 mal têda bûn û ji wan 26 malan, 15 malan hingiv van  bûn û  jiyana wan li ser xwedîkirina mêşên hingivîne. Her yek  ji wan, xwedî 100 heya 300 şaneyên hingiv bûne .

Bi gotina du gundiyan, ku dohî bo vemirandina agir û rizgarkirina  mêş û şaneyên hinvgivîn xwe çûbûne  gund, bi çavên xwe  şewitîna şaneyên  hingivîn xwe ditîne û nekarîne wan rizgar bikin.

Herwiha  di encama ew şer û pevçûnên ku li Çiyayê Kêste û çelkê  heye, car bi car top û rokêt   li derdora gundê Hirorê jî dikevin ,ku gundekî avadanê û 44 malbat têde hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst