Rêveberiya Xweser dixwaze Peymana Civakî pesend bike

12-04-2022
Hisên Omer
ENKSê bi tundî Peymana Civakî rexne dike
ENKSê bi tundî Peymana Civakî rexne dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê reşnivîsa “Peymana Civakî” gotûbêj dike da ku pişte bipejirîne. Peymana Civakî mekanîzmaya karê hemû saziyên Rêveberiya Xweser li xwe digire.

Komîteya Yasayî ya Encûmena Yasadanînê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja Yekşemê, 10ê Nîsana 2022yan  reşnivîsa “Peymana Civakî” radestî Encûmenê kiriye da ku gotûbêj bike û piştre bipejirîne.

Gotûbêjkirina Peymana Civakî û pejirandina wê di demekê de ku danûstandinên di navbera PYNK û ENKS de rawestiyane, lewma ENKS vî karî wekî hewleke tekalî wesif dike û bi tundî rexneyê lê digire.

Endamê Nûneratiya ENKS Newaf Reşîd dibêje: “Ev demek e dirêj e diyaloga di navbera me û Rêveberiyê de rawestiyaye. Em tê de ne amade bin û pê re nebin, ev yek tişteke gelek xirab e. Ev dibe weke şêweyeke dîktatoriyê û dibe weke rejîma Sûriyê ku bi serê xwe hilbijatinan dike. Ev yek qebûl nakin û ligel wê guhertinê nabin.”

Lê Serkirdeyê El Wehde Salih Bozan, ku beşek ji Encûmena Sûriyeya Demokratîk e, guhertinên di Peymana Civakî de wekî pêngavek girîng nirxand.

Serkirdeyê el-Wehde Salih Bozan jî got: “Bi rastî Peymanameya Girêbesta Civakî tişteke gelek girîng ji bo rêvebirina jiyana xelkê.”

Komîteya Dariştina Reşnivîsa Peymanameya Girêbesta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji nûnerên pêkhate û partiyên siyasî, kesayetî û civaka sivîl û yasanasan pêk hatiye.

Roja 12yê Sibata 2022yan, reşnivîsa “Peymana Civakî” bi tevayî hate amadekirin. Li gorî ragihandina hevserokatiya Rêveberiya Xweser, ew peyman, mekanîzma karê hemû saziyên Rêveberiya Xweser li xwe digire.

Piştî pejirandinê, dê Peymana Civakî wekî destûra nû ji bo herêmên Rêveberiya Xweser kar pê bê kirin.

Peymana Civakî ji van beşan pêk tê:

Dîbace, prensîpên bingehîn, maf û azadî, sîstema dadmendiya civakî, di nav de jî mafên jinan.

95 madeyan li xwe digirin, derbarê: Awa û sîstema birêvebirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Straktura dezgehên wê, mekanîzmaya rêkxistina civakê û hilbijartinan, nerîna wê li pêkhateyan û paşeroja Sûriyê û partî û rêxistinên siyasî, herwiha zimanên ku wê bêne bikaranîn, nerîna wê li jinê, berevanî, çand û rewşenbîrî, jîngeh, abûrî, perwerde û xwendin, çavdêrî û mekanîzmaya çareseriyê.

Ew peyman weke destûrekê ye ji bo rêkxistina karên Rêveberiya Xweser, ji aliyên siyasî, abûrî û civakî ve, û amadekariyek e ji bo nivîsîna destûreke yekbûyî ji bo Sûriyê tevî, bi hemû pêkhateyên wê.

Sala 2014yan, Rêveberiya Xweser li hersê herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê, Peymana Civakî ragihandibû, lê aniha wê peymanê serast dike ji bo hemû navçeyên Rêveberiya Xweser.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst