Kirêya otobus û taksiyan li Urmiyê hat zêdekirin

12-04-2022
RÛDAW
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê dibêje, kirêya taksiyan 38% û kirêya otobusan jî 50% zêde dibe.

Serokê Encûmena Bajarê Urmiyê, Mihemed Xelîlpûr ragihandiye, ji ber rewşa zehmet û aboriya xirab, givaşeke zêde li ser şofêrên kerta veguhastinê çê bûye, ji ber vê yekê û bi armanca alîkarîkirina vê çîna xelkê û peydakirina xerciyên nûjenkirina otombîlên veguhastinê, nirxê kirêya bi taksî û otobusan hat zêdekirin.

Mihemed Xelîlpûr dibêje, îsal kirêya otobusên veguhastinê li nava bajarê Urmiyê bi kartê bûye 1500 tumen û bi pereyê kaş jî bûye 2000 tumen.

Mihemed Xelîlpûr tekez kir, biryar hatiye dan kirêya taksiyan jî li bajarê Urmiyê bi rêjeya %38 bê zêdekirin.

sala bihorî nirxê kirêya taksiyan li nava bajêr ji bo her mesafeyeke diyarkirî 1500 heya 2,000 tumenan bû.

Li bajarê Urmiyê zêdetir ji 5,000 taksî û 208 otobus rojane xelkê di nava bajêr de veduguhêzin, lê pêwîstiya beşeke zêde ji wan bi nûjenkirinê heye.

Serokê Encûmena Bajarê Urmiyê destnîşan kir, beriya cejnê şaredariyê 30 otobusên nû ji bo bajêr kirîn û tekez kir, di pêşerojê de jî eger îmkan hebe divê hejmareke zêdetir a otobusan bên kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst