Mesrûr Barzanî: Nabe ti partiyek xwe bi tenê xwediyê vî welatî bizanibe

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Nabe ti partiyek xwe bi tenê xwediyê vî welatî bizanibe” û got, “Nabe partî li pêşiya destkeftiyên neteweyî bibin asteng.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 12ê Adara 2023an li Duhokê beşdarî konferanseke bi navê “Dîdara Ciwanan” bû û guftûgoyeke vekirî bi ciwanên Duhokê re kir û got ku erkê hikûmetê ye ku piştevaniya xortên jêhatî bike.

Mesrûr Barzanî ragihand, nabe ku çavên ciwanan tenê li tayînkirinê be û erkê her malbat û kesekî ye ku ezmûna Herêma Kurdistanê biparêze.

Di konferansê de çend pirs ji Serokwezîr hatin kirin. Mesrûr Barzanî di wê baweriyê de ye ku divê ciwan bi berdewamî li ser nûjeniyê bixebitin û got ku ew ji bo pêşxistina şiyanên ciwanan dixebitin.

Mesrûr Barzanî li ser dîjîtalîzekirin û dayîna mûçeyan bi rêya elektronîk got, “Armanca me ew e ku di nava 2 salan de her kesek bibe xwediyê hesabê bankê.

Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka elektrîkê ya Herêma Kurdistanê jî anî ziman, “Em li ser wê yekê dixebitin ku 24 saetan elektrîk hebe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her wiha li Duhokê di Dîdara Ciwanan de li ser pirsa di asta navxwe û cîhanî kîjan rêber bi dilê wî ne got, “Bê guman cenabê Barzaniyê Nemir ne ji ber ku bapîrê min e, ji bo min cihê şanaziyeke mezin e lê ew kesek bûye ku tevgera neteweyî li Kurdistanê damezrand û şoreşa wî şoreşeke seranserî bû, li her çar parçeyên Kurdistanê navê Mele Mistefa Barzanî diyar û cihê rêzê ye û di nav serkirdeyên biyanî de jî ez gelekî bi (Mahatma) Gandî sersam im ji ber ku yek ji wan kesan bûye ku rêya berxwedan û azadiya miletê xwe di wê çendê de dît ku alîkariya dagirkeran neke. Bi rêya wî heger mirov alîkariya dagirkeran, nehezan û dijminan neke dê bi ser keve.”

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman, “Ez ji bavê xwe fêrî rastgoyî, nîştimanperî û wefadariyê bûm.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst