Li Dêrsimê Komkujiya Helebce hat şermezarkirin

12-03-2022
Ali Haydar Gozlu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hêzên Demokrasî û Kedê bi çalakiyekê qûrbaniyên komkujiyên Helebce, Beyazit û Taxa Gaziyê bibîranîn û ew komkujî bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.  Hêzên Demokrasî û Kedê li dijî wan zihniyetên ku komkujiyan pêktînin, banga têkoşîna hevbeş kirin.

Îro 12ê Adara 2022ê hêzên Demokrasî û Kedê  yên Dêrsimê li Kolana Hûnerê qûrbaniyên komkujiya 12ê Adara 1995ê ya Gaziyê, Komkujiya 16ê Adara 1988ê ya Helebcê û Komkujiya 16ê Adara 1978ê bibîranîn û derbarê wan komkujiyan de civînek çapemeniyê saz kirin.

Li ser navê hêzên Demokrasî û Kedê qûrbaniyên Ergin Tekin daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand ser têkoşîna hevbeş a li dijî zîhniyetên komkujker.

Ergin Tekin amaje bi komkujiya parêzgeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê da û ew komkujî wek tawanekî mirovî ya dijî gelê Kurd bi nav kir.

Endamê Platforma  Ked û Demokarasiyê ya Dêrsimê Ergîin Tekin wiha got: “Yek ji komkujiyên ku di meha Adarê de pêk hatiye, di 16ê Adara 1988ê de, li Helebce pêk hat. Komkujiya Helebce tawanekî mirovî ye dijî gelê Kurd û yek ji rûpelên tarî yên dîroka mirovayetiyê ne. Hîroşîmaya Rojhilata Navîn e. 34 sal berî niha dîktatoriyeta Seddam ji bo têkoşîna netewî ya Kurd bifetisîne li erdnîgariya Kurdan, zêdeyî 5 hezar kes bi çekên kîmyayî komkuj kirin. Îro dîktatoriyeta Seddam nebe jî zîhniyeta komkujkirina Kurdan bi awayên cûda heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst