28 sal di ser raperîna Berdereş û Akrê re derbas bûn

12-03-2019
RÛDAW
Akrê yekemîn deriyê serhildana Behdînan bû piştî Hewlêrê
Akrê yekemîn deriyê serhildana Behdînan bû piştî Hewlêrê
Nîşan Akrê Duhok Raperîn Serhildan
A+ A-

Berdereş (Rûdaw) - Îro 28 sal di ser serhildana xelkê Akrê û rizgarkirina deverê re derbas dibe.

 

Akrê yekemîn deriyê serhildana Behdînan bû piştî Hewlêrê, di roja rizgarkirina Akrê de 150 serbaz û efserên Beisê ku li Akrê kar dikirin bi dîl ketine destê hêza Pêşmerge û xelkê bajêr.

 

Piştî hefteyekê ji destpêka Raperînê, di 12ê Adara 1991ê de raperîn gihişte Behdînan û xelkê Berdereş û Akrê yê li parêzgeha Duhokê.

 

Beşdarbûyên Raperîna Berdereşê dibêjin, yekem cihê ku li Berdereşê Pêşmerge û welatiyan dest danîn ser, baregeha hêzên ewlehiyê yên Iraqê bû.

 

Mam Elî ku beşdarî Raperîna Berdereşê bûye, behsa wê yekê dike ku hemû hêzên leşkerî û ewlehiyê yên li Akrê hatibûn desteserkirin, li nêzîkî Mûsilê hatin berdan û ber bi deverên bin desthilata hikûmeta Beisê hatin şandin.

 

Berdereş piştî raperînê bû navçe û niha sê nahiye û 66 gund ser bi wê ve ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst