Li Rihayê du malbatan li nexweşxaneyê bi çekan li hev xistin

12-01-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li nexweşxaneyê du malbatên ku dijminatiya wan hebûye lihev rast hatine û di navbera wan de şerê bi çekan çê bûye. Di encama şer de, ji malbatekê 2 kes, herwiha rojnamevanek û polîsek bi giştî 4 kes birîndar bûne.

Li gor agahiyan, roja Çarşemê 11ê Çileya 2023an malbatek ku hin kesên wan tûşî bûyera trafîkê bûbûn birîndarên xwe veguhestine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mehmet Akif Inan a Rihayê û li wê derê rastî malbata ku ligel wan dijminatiya wan hebûye hatine.

Li nexweşxaneyê di navbera endamên her du malbatan de pevçûn çêbûye û piştre ew pevçûn veguheriye şerê bi çekan.

Li baxçeyê nexweşxaneyê gule hatine barandin û di encam de ji malbatekê 2 kes bi guleyan birîndar bûne, herwiha rojnamevanek û polîsek jî ji ber kevirên hatine avêtin birîndar bûne.

Polîsan ji bo bidawîkirina şer bi gulebaranê destwerdan kirine.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, herwiha girêdayî bûyerê 12 kes ji aliyê hêzên polîs ve hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst