Rojnamevanekî Kurd li girtîgeha Îtlaatê ya Urmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

11-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rojnamevanê Kurd Mesûd Kurdpûr Greva Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Kurdpûr, sernivîserê Saziya Mafên Mirovan a Mukriyan ku niha li girtîgeha îtlaatê ya Urmiyê de girtiye, dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê kesekî nêzî Rojnamevan û aktîvîstê mafên mirovan Mesûd Kurdpûr ve ji Rûdawê re hat ragihandin, di telefonê de ji xizmên xwe re got, " Ev hefteyek e di greva birçîbûnê de ye."

Hêzên îtlaatê di hefteya borî de soz dabûn ku dê rojnamevanan bibin dadgehê û veguhezînin girtîgeha giştî, lê dema girtina wî di girtîgeha îtlaatê de hatiye dirêjkirin.

Mesûd Kurdpûr 43 roj berî niha 20.09.2022an de li mala xwe ya li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îtlaatê ve hat girtin û bo Îdareya Îtilaata Urmiyê hat veguhestin û nêzîkî mehekê rê neda ku pêwendiyê bi kesûkarên xwe re bike.

Mesûd Kurdpûr heta niha çend caran ji ber karên xwe yên rojnamevanî û mafên mirovan hatiye girtin. Ajansa Nûçeyan a Mukriyan li Rojhilatê Kurdistanê ye û li ser rewşa mafên mirovan nûçe û raportan diweşîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst