Leşkerên tirk îşkence li ciwanekî Kobanî kir

11-11-2017
RÛDAW
Nîşan Leşker Tirk Kobanî Ciwan Îêkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên tirk li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi tundî li ciwanekî xistin û wan bi zorê ew vegerande Kobanî.

 

Navenda Demokrasiyê ya Mafên Mirovan li Kurdistanê ragihand ku roja Pêncşemê 9ê Mijdara 2017an ciwanek ji xelkê Kobanî li ser destên cendirmeyên tirk kete ber îşkenceyên tund.

 

Li gorî vê çavkaniyê, leşkerên tirk welatiyê bi navê Şukrî Elî Temo, ku ji xelkê Kobanî ye, li ser destên cendirmeyên tirk lêdaneke tund xwar û wan nasnameya wî şewitand û tibaba 2 milyar lîreyên tirkî jê standin. 

 

Li gorî zanyariyan, Temo li navçeya Sirûca Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kar dikir û dixwest here wê derê ji bo belgenameyên karê xwe yê kolana bîran nû bike, lê ew li ser sînor hate girtin û piştî lêdaneke tund cendirmeyan ew neçar kir ku bi rêya deriyê sînorî yê Murşid Pinarê vegere Kobanî û wan gefa kuştinê dane vî civanê kurd, eger careke din vegere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst