Seth Moulton: Em dê piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin

11-10-2024
Nêçîrvan Barzanî û Seth Moulton / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Seth Moulton / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Seth Moulton Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê Seth Moulton got, “Em dê wekî dostekî piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Endamê Kongreya Amerîkayê Seth Moulton qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re şîrove kirine.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya wê ya berdewam spasiya Amerîkayê kiriye.

Seth Moulton jî daye zanîn, “Kongreya Amerîkayê dê wekî dostekî piştgiriya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re bidomîne.”

Li gorî daxuyaniyê, mijarên wekî “hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û reformên Wezareta Pêşmergeyan” hatine nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst