Nêçîrvan Barzanî şandeyeke bilind a leşkerî ya Brîtanyayê qebûl kir

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Edward Algren Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Bilind ê Artêşa Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn Edward Algren û şandeyeke pê re civiya.

Her wiha Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Bizley jî di nav şandeya Brîtanî de cîh girt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û kiryarên DAIŞê yên li Îraq û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî hevra bûn ku DAIŞ hîn jî li gef e û aramî û ewlehiya herêmê dixe metirsiyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, "Her du aliyan ji bo têkoşîna terorîstan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê kiriye."

Her wiha behsa paşeroja erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de alîkarî û pêwendiyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û giringiya parastina aramiya herêmê hatiye gotubêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst