3 wezîr dê herin gundê Narînê

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Amed Serdan Mahînur Ozdemîr Goktaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya û Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş dê îro biçin gundê Narîn Gurana 8 salî ya ku li Amedê hatiye kuştin.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê derbarê kuştina Narîn Guranê  daxuyanî da.

Mahînur Ozdemîr Goktaşê got, “Ji bo ku ew kes an jî kesên ku keça me Narîn kuştiyê rûbirûyî cezayên herî giran bibin, çi ji destê me bê em dê bikin.”

“Erkê me ye ku em edaletê ji bo Narînê pêk bînin”

Mahînur Ozdemîr Goktaşê her wiha da zanîn ku ew dê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya îro biçin Amedê û got:

“Tevî ku hemû saziyên dewleta me dema ku xebera windabûna Narînê hat bihîstin demildest dest bi lêgerînê kir jî mixabin xebera xembar a Narînê gihîşt me.

“Wekî wezaret ji destpêka pêvajoyê ve me bi hemû tîmên xwe yên li qadê xizmetên piştgiriya psikososyal pêşkêş kirin.

Alîkarê Wezîrê me beşdarî merasîma cenazeyê keça me Narînê bû.

Em dê îro bi Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Navxwe re biçin ser gora zaroka xwe ya li Amedê.

Em dê bi xwe pêvajoyê bişopînin heta ku hemû hûrgilî tên ronîkirin û her kesê berpirsyar bê cezakirin.

Em ti carî rê nadin ku ev bûyera trajîk bibe amûreke siyasî.

Narîn zaroka me hemûyan e, lewma erkê me ye ku em edaletê ji bo Narînê pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst