Alîgirên Amedsporê spasiya Rûdawê kir: ‘Ji we pê ve kes nayê vê derê’

11-09-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Alîgirên Amedsporê spasiya Rûdawê kir: ‘Ji we pê ve kes nayê vê derê’
Alîgirên Amedsporê spasiya Rûdawê kir: ‘Ji we pê ve kes nayê vê derê’
Nîşan Amedspor Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora bi rengên kesk û sor li mala xwe Duzcespor 2-0 têk bir û 3 pûan bi dest xistin.

Amedspor di hefteya sêyemîn de bi vê serkeftinê di koma sor a lîga duyemîn de bû sêyemîn.

Alîgirên Amedsporê piştî vê serkeftinê bi kelecaneke mezin herikîn kolanan û wan piştgirî da tîma xwe.

Alîgirên Amedsporê ji ber şopandina pêşbirka tîma wan bi gotina dirûşman spasiyeke taybet jî ji Rûdawê re kir.

Alîgiran bi kelecaneke mezin berê xwe da stadyumê

Alîgirên tîma keskesor Amedsporê bi hêvî û kelecaneke mezin berê xwe da stadyumê.

Li ser zimanê hemûyan tenê serkeftin heye, her yek texmînekê dike.

Alîgirên Amedsporê gotin ku ew dê her serkevin.

Pêşbirka Amedspor û Duzcesporê demjimêr 19:00an dest pê kir.

Amedê pir ajot ser mêvanê xwe lê di dewreya yekem de gol neavêtin.

Di dewreya duyem de Amedsporê êrişên xwe zêdetir kirin û 2 gol avêtin rikaberê xwe.

Amedsporê 2-0 ji Duzceyê bir û rikaberê xwe bêpûan şande malê.

Amedsporê bi golên xwe, stadyum û alîgiran jî bi kêfxweşiya xwe derveyî stadyumê hejand.

Alîgiran diyar kir ku lîstik bi dilê wan bûye.

Alîgirên tîma Amedsporê bi tezahuratên xwe Rûdaw jî pîroz kir.

“Em Rûdawê pîroz dikin”

Alîgirekî Amedsporê ji ber şopandina lîstikên Amedsporê spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir û got:

“Em Rûdawê pîroz dikin, ji we pê ve kes nayê vê derê, em kesî li vir nabînin.

Divê her kes xwedî li vê tîma mezin derkeve. Em spasiya we dikin.”

Amedspor di koma sor a lîga duyem de bi vê serkeftina xwe bi 7 pûanan bû 3yemîn.

Di navbera Amedsporê û pêşenga komê Kastamanonuyê de tenê 2 pûan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst