Li Efrînî mayin bi zarokekî ve teqiya

11-09-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Mayin Zarok DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Til Şeîrê, li nahiyeya Fafînê ya navçeya Şehbayê, mayinek bi zarokekî ve teqiya. Di encamê de, ew zarok birîndar bû.

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin li gundê Til Şeîrê mayinek bi zarokekî 10 salî ve teqiya.


Heman çavkaniyê da zanîn ku ew mayina ku teqiya ji bermayên çekdarên DAIŞê bû.


Zarokê ji Efrînê, navê wî Cimaa Emîn e, di dema ku wî li derdora mala xwe, li gundê Til Şeîrê êzing kom dikirin, mayin pêde teqiya û bi giranî birîndar bû.


Ew zarok ji bo nexweşxaneya Fafînê hate şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst