Çeteyên tirk 2 birayên kurd şelandin û 150 hezar dolar birin

11-09-2017
Nîşan Çete Riha Zêr Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dana û Zana du birayên nîştecihê bajarê Hewlêrê ne û di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkyê de de karê bazirganiyê dikin. Herdu bira ketine xefika bandekî tirkî û di encamê de 150 hezar dolar zerer kirin.

 

Dana dibêje, ku ew ketine nava xefika bandekî fêrbaz û ji Rûdawê re wiha behsa çîroka xwe dike: “Bi riya facebookê nameyek ji me re hat. Kesekî xwe weke erebê Sûriyê da nasandin, ku qaşo penaberê Tirkiyê bûye. Di nameyê de digot, wî di dema kolandina bîrekê ji mala birayê xwe li Sûriyê, 14 kîlo zêr dîtiye. Ji ber penaberbûnê nekariye zêran bifiroşe lewma aniye Tirkiye lê li wir jî nikare ji ber mafyayan bifiroşe.”

 

Birayek diçe Rihayê

 

Ew kes wêneyê zêran ji bo Dana û Zana dişîne û ew jî bawer dikin. Li ser vê yekê Zana radibe û diçe bajarê Rihayê û wî kesî dibîne.

 

Zana behsa geşta xwe ya Rihayê dike û dibêje:

 

“Li Rihayê me hev dît. Ew û jinek li apartmanekê rûdiniştin. Gelek rêz ji min re girtin û ez baş pêşwazî kirim. Kulmek zêr bo min anîn. Min zêr birin cem zêringerekê û jê pirs kir çawa dikarim bizanim ka ev zêr sexte ne yan ne. Wî jî got, ku bixe nava agir û dayne nav ava tezabê, eger têk neçe ew zêr e. Min jî zêr ceribandin û têk neçûn.”

 

Zana li gel wî zilamê Sûriyeyî li hev dikin, ku her kîloyekê zêran bi 5 hezar û 300 dolaran bikire. Paşî vedigre Kurdistanê û li gel birayê xwe Dana ji bo kirîna zêran vedigerine Tirkiyê. Ji bo vê jî 150 hezar dolar pere hewaleyê Tirkiyê dikin.  

 

Hesabê malê û yê sûkê

 

Dana dibêje: “Me guman kir, ku dibe ji 15 kîloyan zêdetir zêr li cem wî be, lewma me 150 hezar dolar bir. Berî me pirs kiribû ka kîloya van zêran bi çendê ye. Her kîloyeke van lîreyên zêrê 30 hezar dolar bû.”

 

Bi hesabê Zana û Dana, eger wan 14 kîloyên zêran bikirn dê 74 hezar û 200 dolaran bidin. Lê eger her kîloyekê bi 30 hezar dolaran bifiroşin dê bike 420 hezar dolar, ku qazanceke baş bikin.

 

Zana û Dana diçin otêlekî û zilam dibînin. Li ser vê yekê Dana dibêje: “Li Rihayê em çûne otêlekî û ew zilam hate cem me, bi erebî diaxivî û em maçî kirin. Paşî ji me re got, ku zêr li cihekî parastî ne û çû.”

 

Roja paşî heman zilam li gel Zana û Dana diaxive û dibêje, ku ew poşman bûye, naxwaze zêrên xwe bifiroşe. Lê Zana û Dana ji bo razîkirina zilam, ji bo her kîloyeke zêr 10 hezar dolaran teklîf dikin. Bi gotina wan, eger kîloya zêr bi 10 hezar dolaran bikirin jî dê serê kîloyê 20 hezar dolaran kar bikin.

 

Di malekê germ de zêran dikirin

 

Dana wiha behsa serpêhatiya xwe ya roja kirîna zêran dike:

 

“Roja 8ê Tîrmeha 2017ê, demjimêr 12ê nîvro wî zilamî em birine apartmeneke dûr. Di male de 2 jin hebûn û yek ji wan pîr bû. Li koşa wê de tejî zêr bûn. Mal pir germ bû. Te digot qey bi qestî germ kirine. Ji bo ceribandina zêran me jî agir hilkir. Yek û yek me zêr dipişkînî û datîna ser agir. Mal her diçû germtir dibû. Me nêzîkî 30 zêran ceriband û hemû jî yê esil bûn, ne sexte bûn. Paşî zilam aciz bû û got, ku niha dê xelk ji dûkela me aciz bibe û emê werin girtin. Madem hûn ji min bawer nakin, ez jî zêran nafiroşim. Li ser vê yekê min ji birayê xwe Zana re got netirse, ev zêr ne sexte ne û em bikirin.”

 

Herdu bira ji bo kirîna 14 kîlo zêr 140 hezar dolaran dixin destê zilam û bi lez ji male derdikevin. Lê paşî Dana dikeve nava gumanan, ku ev lîreyên zêran ne 14 kîlo bin. Diçine dikanekê û lîreyên xwe dikêşin. Kîsa lîreyan 6 kîlo û 700 gram derdikeve. Telefona wî zilamî dikin lê telefon girtî ye. Vedigerin malê lê dinerin mal vala ye.

 

Dana dibêje: “Me guman nedikir, ku zêr sexte bin. Me digot qey wî tenê li ser giraniya zêran em xapandine. Ji xwe me zêde guh neda vî jî. Çimkî eger 6 kîlo û 700 gram jî ba her dîsa me kar dikir.”

 

Li Hewlêrê şok dibin

 

Dana û Zana vedigerine Hewlêrê û careke din dest bi pişkînîn û ceribandina zêran dikin lê şok dibin. Tenê ew 30 lîreyên ceribandine zêrên rast in û yên din hemû hesin in. Lewma bi lez vedigerin Rihayê.

 

Dana diyar dike: “Em çûne cem polîsan û me gilî kir lê polîs weke pêwîst li ser dosya me nesekinî. Çend wêneyek dane nîşa me û di wêneyekê de me jina ku zêr danîbûna koşa xwe nas kir. Polîs got, ev çete û bandin, tirk in û destê gelek hemwelatiyan jî weke yê we birîne. Em niha li wan digerin û eger bibînin ji we re dibêjin.”

 

Kesên din jî xapandine

 

Ji bilî Zana û Dana, li Kurdistanê kesên din jî ketine kemîna vê bandê.

 

Gencekî ji navçeya Zaxoyê, ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji Rûdawê re got: “Par ji bo cejnê çûme Tirkiyê. Di dîskoyekê de min zilamek nas kir. Heman çîroka wan herdu biryani bi serê min de anî. Bi bihayê 70 hezar dolaran min zêr jê kirî. Ji bo kirîna van zêran min mala xwe firot. Digotin kîloya zêran li Kurdistanê 30 hezar lîre ye. Lê paşî derket ku ew zêrên dane min sexte ne.”

 

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Ev kes dikarin li ser van bûyeran werin û li cem me giliya xwe tomar bikin. Em dikarin navê tometbaran bidin polîsê înterpolê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst