ROJHILATÊ KURDISTANÊ – Navendên çandî bûne dibistanên kurdî

11-09-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Merîwan Zimanê kurdî Navenda Vejîn
A+ A-

Merîwan (Rûdaw) –  Navenda Çandê li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, derfet dide zarokan ku di werzê havînê de fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibin. Ji bo vê yekê jî pirtûkên teybet hatine çapkirin.

 

Her çend yasa rê didin jî, lê hê jî li Rojhilatê Kurdistanê di dibistanan de xwendina bi zimanê kurdî qedexeye.Lewma jî li navendên çandî pol ji bo zarokan tên vekirin.

 

Navenda Çandê ya Merîwanê yek ji wan cihan e ku ji zarokên kurd re bûye dibistan. Di navendê de du pol hene ku yek ji bo biçûkan û yek jî ji bo mezinan e. Di dibistanê de bi Kurmanciya Xwarê, wate bi Soranî û kurmanciya jor wane tên gotin.

 

Ev 20 sal in navendên çand û hunerî yên Rojhilatê Kurdistanê hewl didin polên xwe bi xwendevan û şagirtan dagrin.

 

Navenda Vejîn a Merîwanê yek ji wan navendan e ku di gelek aliyan de derfet ji bo zarokan ava kiriye ku her sê mehên havînê vala derbas nebe. Di polên vê navendê de ji bilî fêrbûna ziman, zarok fêrî wênekêşanê û şanoyê jî dibin.  

 

Beşdarbûna zarokan jî nîşan dide ka çend têniyê fêrbûnê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst