Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê barana ku êvarî ji ji nişka ve barayî bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê kir. Herwiha li Gundê Xorzum ê ser bi navçeya Karakopryê ve jî barana gur bû sedema lehiyê û hinek otomobîl jî li ber lehiyê ketin.
Barana ku êvara îro li Gundê Xorzum a navçeya Karakopruyê bariya, bû sedema ku lehî rabe.
Li Gundê Xorzumê gelek baxçe di bin avê de man û li ser rêyên gund jî çalên kûr çêbûn. Li cihê ku lehiyê herî zêde lê xist, otomobîl jî bi metreyan li ber avê çûn.
Herwiha li wê herêmê hinek dîwaran xwe li ber lehiyî negirt û hilweşiyan.
Piştî barana zêde, vê carê teyrok bi dijwarî barî. Teyroka ku li gelek herêman bi dijwarî barî, zirar da fisteqên hêj nehatine berhevkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse