Xurmatu – Li sînorê navçeya Xumratu di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn derket.
Berpirsê Bazneya Hemrîn a Melbenda 11 a Germiyan a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK)ê, Kerîm Şukur ew aghî ji Rûdawê re piştrast kir.
Kerîm Şukur ragihand: “Çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundên Zerge û Pîr Ehmed ên ser bi navçeya Xurmatu ve êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.”
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Kemal Kerkûkî jî ji Rûdawê re got: “Şerê navbera Pêşmerge û DAIŞê hêj berdewam e û DAIŞê nekariye ti pêşveçûnekê bi dest bixe.”
“
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse