Mistefa Hicrî: Em bi aliyê sêyem re civiyane ne bi Îranê re

11-07-2019
RÛDAW
Mistefa Hicrî
Mistefa Hicrî
Nîşan Kurdistan PDKÎ Mistefa Hicrî Îran
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) – Berpirsê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê red kir ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi nûnerên hikûmeta Îranê re civiyabin lê belê piştrast kir, ku proseyeke navbenkariyê heye.

 

Berpirsê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA ango PDKÎ) Mistefa Hicrî, di derbarê danûstandinên navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê û hikûmeta Îranê de daxuyanî da Tora Medyayî ya Rûdawê.

 

Mistefa Hicrî ji Rûdaw re ragihand, ew li gel nûnerên aliyê navbeynkar civiyane, ne nûnerên Komara Îslamiya Îranê.

 

Hicrî got, wan ti civîn bi nûnerên hikûmeta Îranê re nekirine û tekez kir, mijara danûstandina partiyên Rojhilatê Kurdistanê li gel Îranê gelek hatiye mezinkirin.

 

Hicrî da zanîn, di salên bihorî de jî gelek caran Komara Îslamiya Îranê peyam şandine û şandina wan core peyaman bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê di şert û mercên cuda de her hebûye.

 

Berpirsê Giştî yê PDKÎyê tekez kir, ya ku niha heye, corek ji heman peyamên berê ye û tiştekî xuya û berçav nîne û ew tenê bi aliyê sêyem re civiyane.

 

Pêştir Sekreterê Komele-Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê, Îbrahîm Elîzade di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re piştrast kiribû ku proseyeke navbeynkariyê di navbera partiyên Rojhilatî û hikûmeta Îranê de heye.

 

Îbrahîm Elîzade gotibû ku proseyeke navbeynakriyê heye û rêxistineke Norwêjî navbeynkariya danûstaninên navbera herdu aliyan dike, lê belê wî jî tekez kiribû ku ti danûstandin an jî civîneke rasterast a wan li gel nûnerên hikûmeta Îranê nebûye.


Di çend rojên derbasbûyî de hin zanyarî li hin medyayan û li ser sosyal medyayê di derbarê danûstandina navbera partiyên Rojhialtê Kurdistanê û nûnerên hikûmeta Îranê hatibûne belavkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst