Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, ku beriya 18 vê mehê bi hev re civînekê li dar bixin û li ser pirsgirêkan gotûbêj bikin û wan pirsgirêkan çareser bikin.
Îro di merasîmeke mezin de, bi amadebûna serok û serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, herwiha dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê û gelek kesayetên ji welatên din, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li Barzan hat vekirin.
Di merasîma vekirina "Yadgeha Niştimanî ya Barzanî", Serok Mesûd axaftinek kir û bang li hemû alî û partiyên siyasî yên Kurdistanî kir ku bi hev re bicivin û pirsgirêkan çareser bikin.
Serok Barzanî got: “Di demeke pir nêz de berî 18ê vê mehê hemû bi hev re civîneke berfireh bikin, bi dilsozî behsa pirsgirêkan bikin û wan çareser bikin.”
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji Polîtburoya PDKê û YNKê kir û got: “Berî vî civîna berfireh, bi awayekî cuda bicivin û zemîneyê amade bikin ji bo serxistina civîna din.”
Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî tekez kir: “Divê derfetan ji dest nedin û ji serhildanê sûd bê girtin. Ji dil û bi biratî daxwazê ji hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku dawî li pirsgirêkên xwe bînin.”
Serok Barzanî li ser peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de jî got ku atmosfereke gelekî baş heye û îradeyek bihêz û niyeteke pak heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku beşdarî merasimê bû û gotarek pêşkêş kir. Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ew bi awayekî pir cidî hewl dide rêkeftina siyasî ya ku hatiye encamdan cîbicî bike û ez jê re dilniya dikim ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya wî bikin.”
Barzanî her wiha anî ziman, “Em hêvî dikin ku ev keşûhewa û ev rewşa guncav ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên din jî berdewam be.”
Serok #Barzanî: Ez spasiya serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dikim ji bo hewlên cidî yên wî yên jibo cîbicîkirina vê rêkeftina siyasî ku hatiye kirin, em jî dê bi hemû hêza xwe piştgiriya wî bikin#BarzaniMemorial pic.twitter.com/EJPGApknm5
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 11, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse