Dêrsim di dirêjiya temen de bû yekem

11-05-2022
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Tevî hemû derdeserî, êş û zehmetiyan Dêrsîmî zêde dijîn. Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) ragihand ku parêzgeha Dêrsimê di warê dirêjiya temen de, li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza yekem de cih digire Dêrsîmiyên temen dirêj balê dikşînin ser jiyana xwezayî û dûrketina ji bikaranîna alkol û cixareyê.

TUÎKê amarên derbarê dirêjiya temen a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de belav kirin û li gor amarên wê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi aweyek navendî mêr 75,3 sal  û jin jî 80,7 sal dijîn.

TUÎKê ragihand ku parêzgeha Dêrsimê di warê dirêjiya temen de, li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza yekem de cih digire û niştecihiyên wê parêzgehê bi aweyek navendî heta 80.5 salan dijîn. Jinên Dêrsimî derdora  85.7 û mêrên wê jî 76,2 salan temen dikin.

Welatiyê ji Dêrsimê Mehmet Yildiz got: “Axa reş derman e, me berê rakî û eraq vedixwar. Çi xwezayî bû me dixwar û vedixwar. Em bi xwarina curbecur ên wekî rêvas, kivark, gulik, tar, kenger û morosing mezin bûn. Lê niha her cure xwarinên nexwezayî derketine holê ku hemû jî zirarê didin tenduristiya mirovan.

Dêrsîmiyan piştî komkujiya 38an û valakirina bi sedan gundan salên 93-94an hêviya xwe ya ji jiyanê berdewam dikin û hewl didin bextewer bin.

Welatî Ulaş Deli jî dibêje: “Sira dirêjiya mirovên li vê derê; ji xwarin û vexwarinê tê. Em bi sayagenê ku me ji bav û kalên xwe mîras girtiye em dirêjtir dijîn. Ji ber ku em ji qerebalixiya bajêr dûr dikevin, em toraqê dixwin bi tendirustî dimînin.”

Elî Yeşilgozê 96 salî jî behsa karesata 38an dike û dibêje tevî hemû zext û zilman bi saya giya û xwezaya erdnîgariya xwe gihiştine îro.

Welatî Alî Yeşilgoz jî got: “Danê nîvro û êvarê tenê pariyek nan didan me, em pê pir kêfxweş dibûn. Em bi giya û hewa û ava vê xwezayê heta vî temenî hatine. Dema leşeran me girtin bapîrê min 85 salî bû û ez wê demê zarok bûm, niha ez 96 salî me. Leşkeran her der dorpêç kirin, em mirov dikuştin, ez wê demê zarok bûm, lê ez heta niha jî dijîm.”

Alî Dursun Kaya jî dibêje, di malbata wî de hemû kes ji sed salî zêdetir dijîn.

Welatî Ali Dursun Kaya got: “Bapîrê min 115 sal jiya, biraziyê wî Huseyîn Akkuş 110 sal jiya, rakî û cixare bikar nedianîn. Hemû jî ji 100 salî kêmtir nebûn.”

Li gor amarên TUIKê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, mirov bi awayekî navendî 78 salan dijîn. Bi giştî mêr 75 sal û 3 meh û jin 80 sal û 7 mehan dijîn. Bajarê temenê mirovan lê herî dirêj Dêrsîm e û yê temen herî kêm jî bi 75 salan parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Bajarê Stenbolê jî ku zêdeyî 4 milyon niştecihiyên wî Kurd in û bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye, di wê rêzbendiyê de di rêza 59emîn de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst