Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li gundên Gazê, Çeqela Cûmê dabeş kirin

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Cindirês Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi berdewamî li Cindirês û Efrînê alîkariya mexdûrên erdhejê 6ê Sibatê dike û îro alîkarî li gundên Gazê, Çeqela Cûmê yên Cindirêjê dabeş kirin.

Bajarokê Cindiresê yê ser bi Herêma Efrînê, li ser asta Rojavayê Kurdistanê Sûriyê bajarokê herî zêde  ziyaneke mezin ji erdheja 06ê Sibatê gihiştiyê ye.

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro li gundên Gazê û Çeqela Cûmê yên Cindirêsê alîkariyên weke xwarin, cil û berg, betanî û doşek li ser 296 malbatan belav kir.

Berpirsê alîkariyên Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî ji bo Efrîn û Cindirêsê Rewac Hacî ji Rûdawê re got, heta niha wan 50 kamyon alîkarî gihandine Efrîn û Cindirêsê.

Rewac Hacî herwiha da zanîn ku wan hezar û 200 çadir li herêma Efrînê belav kirine, alîkarî 14 hezar malbatan.

Tevî ku hejmarek ji dezgeh û rêxistinên xêrxwazî li bajarokê Cindirêsê ser bi herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê alîkariyan pêşkêşî xelkê kirine, lê dîsa jî kêmasî zêde ne. Kesên ku ji alîkariyan bêpar mane, gazinan dikin û dibêjin ku cudahî di belavkirina alîkariyan de heye.

Li gorî komîteya kontrolkirina avahiyan li Cindirêsê, li wî bajarokî Rojavayê Kurdistanê  280 avahî divê bên hilweşandin û  232 avahî pêwîstiya wan bi stûnan heye, û avahiyên mayî pêwîstiya wan bi çêkirinê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst