Duzgun Kaplan: Di nav 36 partiyan de tenê HAKPAR mafên gelê Kurd diparêze

11-03-2023
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan HAKPAR Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê diyar kir ku piştî lêkolînan wan biryar daye 36 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibin. Serokê Giştî yê HAKPARê Duzgun Kaplan ji Rûdawê re ragihand, “Di nava wan 36 partiyan de tenê HAKPAR mafên gelê Kurd diparêze.”

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener îro Şemiyê 11ê Adara 2023an ragihand ku piştî lêkolînan wan biryar daye 36 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên 14ê Gulana îsal bibin û dê demjimêrên bikaranîna dengan jî piştre rabighînin.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Duzgun Kaplan piştî ku Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinan bibin ragihand bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Duzgun Kaplan got, “Di nava wan 36 partiyên ku Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihandinê de tenê HAKPAR mafên gelê Kurd diparêze.”

“Em tevlî tifaqên HDPê, Cumhur û Milet nabin”

Serokê HAKPARê Duzgun Kaplan li ser pirsa ku dê HAKPAR tevlî ti tifaqên hilbijartinê bibe got, “Em ê bi serê xwe têkevin hilbijartinan, heger em bikaribin bi partiyên Kurdistanî re yekîtiyekê ava bikin em ê bi wan re beşdarî hilbijartinan bibin. Em tevlî tifaqên HDPê, Cumhur û Milet nabin.”

Duzgun Kaplan diyar kir wan berê bi civînekê hewla avakirina tifaqeke Kurdistanî daye lê ew hîn negihîştine encamekê û anî ziman, “Dilê me heye em bi Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) re tifaqekê ava bikin. Me bang li Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî kir lê ew nehatine civînê.”

Duzgun Kaplan her wiha destnîşan kir “ji ber ku Kurd li hemû bajaran hene” ew wek HAKPAR dê bi navê xwe li 81 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tevlî hilbijartinan bibin.

Duzgun Kaplan li ser pirseke derbarê derbaskirina benda hilbijartinê jî anî ziman, “Bi hêviya min, em dixwazin bibin desthilat, ev wek hêviyekê lê wek realîte ez dibêjim dibe ku em benda hilbijartinê derbas nekin. Derdê me ew e ku di hilbijartinan de xeta Kurdistanî ya neteweyî ji Kurdan re bibe baweriyek. 45 sal in li Kurdistanê şerek heye, em dibêjin divê rêyeke nû vebe.”

“Dengek ji bo mafê azadiya gelê Kurd û mafên Elewiyan û demokrasiyê hebe”

Duzgun Kaplan got, “Ez bang li gelê Kurd, siyasetmedar û ronakbîrên Kurd dikim ne hewce ye hûn piştgiriya tifaqan bikin ji ber ku şerî heyî, şerê wan ê navxweyî ye û ji bo desthilatdariya Tirkiyê şer dikin lê ji bo mafên gelê Kurd tiştekî nakin. Banga min ew e ku dengekî nû, dengek ji bo mafê azadiya gelê Kurd û mafên Elewiyan û demokrasiyê hebe.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Înê 10ê Adara 2023an ragihandibû ku dê hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoyê di 14ê Gulana 2023an de bên kirin ku biryar bû 18ê Hezîrana îsal bihatana kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst