Kurdan bawerî bi Joe Biden jî heye

11-03-2021
A+ A-

Balyozê xanenişîn ê Bosnayê Hajrudin Somun dostekî diyar ê Kurdan e. Ew sala 1964an li Ranye ligel Mela Mistefa Barzanî û Celal Talebanî dicive û yekemîn kes bû ku xelkê Yugoslavyaya berê ji pirsa Kurdan agahdar kir. Hajrudin Somun gotareke bi navê “Kurdan bawerî bi Joe Biden jî heye” di rojnameya sereke ya Bosnayê de belav kir.

Gotara dîplomatê xanenişîn ê Bosnayî wiha ye:

 “Joe Biden bi têgehiştineke mezin derbarê rewş û êşên gelê Kurd bi destê cîranên mezin û biçûk de behs kiriye. Ez agahdar ninîm ku Biden ji bile behskirina Bosnayiyan, derbarê ti gelekî din de bi qasî Kurdan behsa miletekî din kiribe. Derbarê Bosnayiyan de, Joe Biden di salvegera şerê navbera sala 1992-1995an de wiha gotibû: “We ew şer ji bo parastina rûmeta xwe kir. Ew bûyerên rû dabûm şereke navxweyî nebû, lê ew jenosîd bû û li ber çawên Ewropayê hat encamdan.” Derbarê Kurdan de jî di sala 2002an de wek senatorekî Amrîkî serdana Hewlêrê kir û dê demê got; “Ne tenê çiya dostên Kurdan e”

Ev axaftin di sala 2002an de bû, lê ji ber wê di dawiya sala 2020an de kêfxweşiyeke mezin li Hewlêr û Saraybosnayê jî hebû. Kurd ji wan welat û neteweyan bûn ku bi têkçûna Trump kêfxweş bûn û pêwistiya wan bi alîkariya, bawerî û piştevaniya Biden heye. Ji bilî Îsraîlê li Rojhilata Navîn baweriya ti milteke din bi qasî Kurdan bi Amerîkayê nayê. Her dîsa ji bilî pirsa Îsraîlê ti pirseke din bi qasî pirsa Kuran di stratejiya nîştimanî ya Amerîkayê de cih negirtiye. Ligel vê yekê ti miletek bi qasî Kurd ji aliyê Amerîkayê xiyanet bi wan nehate kirin. Ya rast, Amerîkayê dirêjî bi helwesta Brîtanya ya piştî bidawîhatina Împaratoriya Osmaniyan da.

Joe Biden ji komkujiya Helebceyê ku karîgeriyeke mezin li ser wijdana her kesekê hiştiye bûyerên Rojhilata Navîn agahdar e, zêdetirî 30 salan danûstandin ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.Lê girîng e ku neyê jibîrkirin helwest û karvedanên Amerîkayê li hemberî zilm û kiryarên Sedam a li dijî Kurdan lawaz bû. Mafê mirovan, jiyaneke bi rûmet û azadiya derbirînê binemaya sereke ya jiyan û pîşeya siyasî ya Biden bûn. Weke Serokê Amerîkayê Joe Biden ji roja destpêkê ve diyar kir ku ew dê dest ji van rêbazên xwe bernede. Biden zelal kir ku di danûstandinên ligel Rûs û Çînî de dest ji wan benemayên xwe bernade. Rewş ev be Biden çawa dine ligel gel û welatên biçûk wek Bosna û Kurdistanê kar dike.

Ligel vê yekê senator an jî cîgirê Serokê Amerîkayê be, gele cuda ye ji Serokê Amerîkayê be. Heta eger em wiha danin ku Biden dawî li metirsiya Coronayê tîne ku niha sereketîrin mijara cihê nîgeraniya Amerîkiyan e, hê jî gelek mijarên girîngtir li seranserê cîhanê hene ku divê serokê Amerîkayê serederiyê li gel bike. Biden piştevenekî mezin ê Kurdên Iraqê bû, ew jî dema ku di serdema îdareya Obama de Cîgirê Serokê Amerîkayê bû. Lê divê ew niha li gel pirsa Kurd li Sûriye, Tirkiye û Îranê jî serederiyê bike. Ji wê jî zêdetir, Rûsyaya Vladimir Putîn heye ku bo Amerîkayê li pêştir e. Niha ku Biden Serokê Amerîkayê ye, divê berjewendiyên stratejîk ên berfireh ên welatê xwe li ber çav bigire. Bo nimûne, Biden dibe bo alîkariya Kurdan (sala 2011) xwestiba artêşa Amerîkayê li navçeyê bimîne, lê pêwîst bû pabendî biryara Obama ya bo vekişîna artêşê bo welat jî biba.

Tevî vê yekê jî, ji ber stratejiya Rojhilata Navîn, berjewendiya Amerîka di wê yekê de bû û di wê yekê de ye jî ku Iraq yekgirtî bimîne, her çiqas hejmarek endamên Kongresê û dîplomatên wek Richard Holbrooke, hewl dan ji bo ku ew welat li ser sê parçeyên biçûk li ser bingeha etnîkî û mezhebî were dabeşkirin. Ez bi xwe wisa li Iraqê temaşe dikim ku welatekî sextet ye, lê dema sedsalekê ye jî ku heye. Lewra bi nêrîna min, dema mijara kurdan dibe ajendaya sereke ya Amerîka, çêdibe serok Biden pirsê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike, êdî eger li Washingtonê be yan Hewlêrê, gelo giştpirsiya sala 2017an a taybet bi serxwebûnê pêngaveke bi temamî jîrane bû?”

Bi bikaranîna înternetê wek tekane rêya pêwendîkirina min bi kesên li derveyî welatê min re, min pirsek ji Sefîn Dizeyî re şand, ku dostê min ê nêzîk û kevin e li Kurdistanê. Pirsa min ev bû: Çi tiştek li ser Doza Kurd ji îdareya Biden tê çaverêkirin? Wî jî ji pêgeha xwe wek berpirsê yekem ê dîplomasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva herî baş da min. Ev sedema nêzîkbûna min ji rêzdar Dizeyî ye ku ji malbateke Kurd a rêzdar û kevinar e. Di serdana min a berê bo Kurdistanê di sala 2016an de, wî anî bîra min ku qet nikare dîmena wê pêşwaziya dîplomatîk a salên 1990an li Enqerê ji bîr bike, gava ku ez balyozê Bosnya û ew jî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) bû.

Wê çaxê ez li ser geşta xwe ya nihênî ji bo Bexdayê axivîm, dema ku sala 1964 wek xwendekarekî biyanî yê Zanîngeha Bexdayê min karî bi Mela Mistefa Barzanî û Celal Talebanî re bicivim. Gava ku min jê re got ez bi nêt im di siberojê de kitêbekê bi sernavê “Yan Kurdistan yan neman” li ser Kurdistanê binivîsim, wî pêçiya xwe danî ser lêvên xwe û hişyarî da min ku ez wan gotinan bi dengê bilind nekim. Digel vê yekê jî, min bi dengekî herî bilind dubare kirin û min guh neda wî cihî û wan dîplomatkarên tirk û biyanî ku li nêzîkî me bûn. Lewma gava ez di sala 2016 de vegeriyam Firokexaneya Hewlêrê, tevî ku ez tenê balyozekî teqawid bûm, Dizeyî pêşwaziyeke taybet ji min re li dar xist û hevkariya min kir ji bo ez li gel serok Mesûd Barzanî û serokwezîreê wê demê Nêrçîrvan Barzanî bicivim.

Me guftûgoyeke dûr û dirêj li ser hejmarek mijarên cuda cuda yên girêdayî Herêma Kurdistanê kir. Herwisa Sefîn Dizeyî ez birim cem bavê xwe Muhsin Dizeyî ku wî jî qala ezmûna xwe ya dîplomatîk û siyasî ya dewlemend ji min re kir. Tevî ku temenê wî mezin bû, lê çalak xuya bû û moraleke wî ya pir bilind hebû. Ev ji bilî ku wek kesekî malmezin û zimanrewan dihate pêş çavê min, gava ez di civînên kurdên Dizeyî de beşdar dibûm.

Niha ez gihîştime bersiva pirsa xwe ku ji Sefînê lawê wî gihîştiye min, gava dibêje "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşbîniya tiştên mezin ji rêveberiya nû ya Amerîka nake û çaverê nake (Îdareya Biden) Iraqê bike karê xwe yê herî li pêş. Karên wan ên li pêştir hene, wek dabeşbûna navxweyî ya Amerîka, aborî, korona û Çîn. Bê guman Îran mijareke giring e ji bo Amerîka, lê em hemû çaverê dikin bibînin çawa bi wê mijarê re tevdigere û çi li egera vegera ser diyalogê û nav Peymana Atomî tê. Li gor vê yekê, bi rêya hatina pêş a Washingtonê, Iraq vedigere ser statûya xwe yan dubare vedigere ser ekrana radara Amerîka. Bê guman, Iraq welatekî girin ê navçeyê ye, lê ew yek jî zelal e ku niha bûye meydan ji Îranê re û pêwîst e Amerîka siyaseteke gişgir bimeşîne da ku bi Îranê û heye ku bi Sûriyê re jî tevbigere. Çênabe siyaseta wê Iraqê tenê li xwe bigire".

Li ser Doza Kurd, Dizeyî nivîsîbû "Qasî ku em li vir li Kurdistanê agahdar in, hejmareke zêde ya berpirsên bilind ên îdareya nû ya Amerîka, di nav wan de serok Biden bi xwe şarezayên navçeyê ne û serkirdeyên Kurd ji nêzîk ve nas dikin. Bi nêrîna min, guherîneke mezin di polîtîkaya wan de çênabe, lê dibe ku di helwesta takekesan de guherîn rû bide. Ramana hebûna yek siyaseta rêkxistî ya taybet bi Iraqê û rêkeftina stratejî bi Bexdayê re dê li ser siyaseta wan a rojane de serdest be. Ew ê berdewam bin li ser handana hikûmeta Herêma Kurdistanê di karkirina hevbeş de bi Bexdayê re, herwisa gihîştina peymanê û parastina hevgirtina li Kurdistanê".

Bi baweriya min, ev siyaset dibe ji niha û bi kêmanî heya hilbijartinan, meger ku tiştekî dramatîk biqewime, mîna êrişên bêtir ên bi roketan.

Hajrudin Somun 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst