Li Wanê hemû çalakî hatin qedexekirin

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Qedexe Abudllah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure xwenîşandan, meş, civîn, civînên medyayê, çalakiyên rûniştinê û vedana konan 15 rojan hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Wanê piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, hemû cure xwenîşandan û çalakî 15 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku hemû curê xwenîşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên medyayê, vedana konan û standan û çalakiyên din ji 11ê Sibata 2025an heta 25ê Sibata 2025an hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku biryar bi armanca dabînkirina ewlehiya can û milkê xelkê, dabînkirina ewlehiya neteweyî, rêlibergirtina tawan û êrişan, parastina maf û azadiyên xelkê hatiye dayîn.

Li gorî biryarê, hatin û çûna bikom a nav parêzgeha Wanê hatiye qedexekirin.

Piştî ku 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi hinceta “alîkariya rêxistinê” 3 sal 9 meh ceza li Abdullah Zeydan birî, xelk li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bû û nerazîbûn nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst