Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 250 ton alîkarî gihand Rojavayê Kurdistanê

11-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihand ku wan 250 ton kelûpelên alîkariyê gihandine Efrîn a Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê herî zêde pêwîstî bi şîr, kon û betanî heye û anî ziman, “Karwana duyemîn a alîkariyê ji bo Efrînê di rê de ye.”

Erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, li Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyê wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyên dawî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 20 hezar û 665 kesan, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî 3 hezar û 840 kesan canê xwe ji dest dane.

Tevî ku piştî erdhejê ji gelek welatên cuda alîkarî ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re hat dayîn û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin jî, di vî warî de Rojava û Sûriye hat paşguhkirin.

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî yên ku şeva borî gihîştin Rojava, yekem alîkarî bûn ku gihîştine wê derê.

Mûsa Ehmed ku bi karwanê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî derbasî Rojava bû, ragihand ku Ofîsa Serok Barzanî di roja yekem a erdhejê de daxwaz ji wan kiriye ku bi hemû derfetên xwe alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Ehmed destnîşan kir ku armanca wan ew bû ku alîkariyan bigihînin Efrînê û got, “Me konvoya alîkariyê ya yekem a ji 250 ton av, xwarina hişk, betanî û 18 ton derman gihande Rojava. Ev konvoya me ya alîkariyê ya yekem e ji bo herêmeke ku karesat lê heye ku hîn jî gelek kes di bin xirbeyan de ne.”

"Li vir şîr tune, xwarin tune"

Ehmed da zanîn ku pêwîstiya Efrînê bi alîkariyê heye û got, “Tiştên ku li Efrînê pêwîst in ji yên Bakurê Kurdistanê cudatir in. Li vir hewcedariya zarokan, şîr, xwarin nîne. Em bang li gelê xwe yê li Kurdistanê û derveyî welêt dikin ku alîkariya Efrînê bikin.”

"Buroya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê tê vekirin"

Ehmed diyar kir ku kesên ku rêveberiya Efrînê di destê wan de ne, soz dane wan ku dê ofîseke Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê vekin û got, “Vekirina ofîsekê li vir dê ji bo gihiştina alîkariyan gelek bi sûd be. Rêxistinên navneteweyî ragihandin ku ew amade ne bi rêya me alîkariyê bikin. Vekirina buroyê jî dê vê mijarê hêsan bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst