Mezlûm Ebdî li ser şerê li Kobaniyê daxuyanî da

10-12-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Mezlûm Ebdî Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî got, "Şervanên hewldana komên çete yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û ber bi Kobaniyê ve bi pêş ve diçûn, têk bir."

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de şerekî giran derket.

Her wiha Rêveberiya Xweser ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê Bendava Tişrînê bombebaran kiriye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bombebaran Bendava Tişrînê û êrişên komên çekdar ên li Kobaniyê daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî di daxuyanî xwe de wiha got:

"Şervanên me îro li bejahiya Kobaniyê (Qereqozaq) bi lehengî berxwedaneke mezin nîşan da û hewldana komên çete yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û ber bi Kobaniyê ve bi pêş ve diçûn, têk bir.

Di heman demê de şervanên me ji bo parastina Bendava Tişrînê û parastina ewlehiya herêmê berxwedana xwe didomînin.

Gelek sipas ji bo berxwedan û fedakariya we."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst