Şêx Himêdî Deham li Hewlêrê koça dawiyê kir

10-11-2022
RÛDAW
Nexweşiyên dil û gurçikan bi Şêx Himêdî Deham re hebûn, li Hewlêrê dihat dermankirin û li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawiyê kir.
Nexweşiyên dil û gurçikan bi Şêx Himêdî Deham re hebûn, li Hewlêrê dihat dermankirin û li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawiyê kir.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêxê Eşîreta Şemer li Sûriyê, Şêx Himêdî Deham li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Kesayetê Sûriyê yê navdar Şêxê Eşîreta Şemer li Sûriyê, Şêx Himêdî Deham îro Pêncşemê 10 Mijdara 2022yan li Hewlêrê koça dawî kir.

Nexweşiyên dil û gurçikan bi Şêx Himêdî Deham re hebûn, li Hewlêrê dihat dermankirin û li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawiyê kir.

Şêx Himêdî Deham li seranserê Sûriyê dihat naskirin û dostê Kurdan bû, pêwendiyeke baş di navbera wî û Serok Mesûd Barzanî de hebû, demekê bûbû Hevserokê Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê.

Ji eşîreta xwe hêzeke çekdarî bi navê Senadîd ava kir. Kurê wî Bender, fermandarê giştî yê Senadîd e.

Eşîreta Şemer, yek ji eşîretên mezin yên Ceîzreya Erebî ye.

Siyaseta wî ew bû ku pêwendî li gel hikûmeta Sûriyê baş bin û tu caran pêwendiyên xwe bi Şamê re xerab nekiribûn.

Himêdî Deham El Hadî El Cerba li gundê Til Elo yê ser bajarokê Til Koçer yê Dêrikê ji dayik bûye. Şêxê Hoza Şemer li Sûriyê bû. Sala 2014an bûbû Hakimê Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst