Bazar û cihên giştî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber Coronayê tên girtin

10-11-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber bilindbûna hejmara pêketiyên Coronayê û mirinên bi sedema vê vîrusê li Îranê, hikûmeta wî welatî biryar da ku ji îro Sêşemê ve bazar û cihên giştî ji demjimêr 18:00ê êvarê ve bên  girtin.

Serokê Rêxistina Bazirganî ya Loristanê, Mihemedriza Sefîxanî têkildarî wê yekê dibêje, tenê supermarket, firin û goştfiroş piştî demjimêr 18:00 vekirî dibin û daxwaz ji xelkê jî kir, ku piştî wê demjimêra diyarkirî çûn û hatina xwe bo nav bazaran kêm bikin.

Cîgirê Parêzgarê Sine, Mihemed Îbrahîm Zariî jî derbarê biryar û tedbîrên nû yên rûbirûbûna Coronayê de dibêje, beşek ji tedbîr û sînordarkirinan dê heta mehekê berdewam bin, lê belê dikan û bazar û hin dezgehên hikûmetê dê ji îro ve heta 10 rojên din bên daxistin.

Mihemed Îbrahîm Zariî herwiha daye xuyakirin, her kesek pabendî tedbîrên nû nebe, dê were cezakirin.

Têkildarî tedbîrên nû yên hikûmetê bo têkoşîna li dijî vîrusa Coronayê, Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdurehman Rehmanî Fezlî jî ragihandiye, bo rûbirûbûn û kontrolkirina Coronayê dê pişkinîna giştî bo xelkê bê kirin û diyar kir, ji îro ve ev proje dikeve warê cîbicîkirinê û ji parêzgeha Kirmaşanê ve destpê dike.

Li gor biryara Navenda Rûbirûbûna Coronayê ya parêzgeha Sineyê jî, ji îro pê ve heta 10 rojên din, tevahiya bankên li wê parêzgehê tê daxistin.

Ji bo çavdêrîkirina cîbicîkirina tedbîran jî, polîsê Loristanê ragihandiye ji ber pabendnebûna bi rênimayî û tedbîrên tendirustiyê, wan 534 dikan û 9 bazarên mezin li sînorê Loristanê girtine û wan hişyarî daye zêdetirî 1000 dikanên din ku eger pabend nebin, dê bên girtin.

Mehmûd Semînî, Cîgirê Parêzgarê Loristanê dibêje, rojane li parêzgeha Loristanê 500 heta 600 pêketiyên nû yên vîrusa COVID-19 tên destnîşankirin û rewş bi awayekî xirab e ku êdî li nexweşxaneyan cih bo nexweşan nemaye.

Li gor amarên World Meter, heta niha li Îranê 692 hezar û 949 pêketiyên Coronayê hatine destnîşankirin, ku 38 hezar û 749 kesan ji wan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li ser asta cîhanê jî, hejmara pêketiyên vîrusa COVID-19 gihîştiye zêdetirî 51 milyon û 259 hezar kesan, ku milyonek û 269 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst