Dêrsim – Bazara nebat û mêweyên xwerisk xweş e

10-10-2016
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dêrsim Nebat û mêweyên xwerisk
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li Dêrsimê bazara nebat û mêweyên çiyayî yan xwerisk wekî werza biharê geş û tije ye. Berhevkar nebat û mîweyên ku li çiyê bi xwe ve çêdibin berhev dikin û tînin li bazarê difiroşin. Nebat û mêweyên ku di hilberînê de destê mirov lê neketiye, organîktirîn û sirûştîtirîn berhem in. Lewma ji bo tenduristiya mirov jî xwediyê sûdmendiyeke bêhempa ne.

 

Lê belê li Dêrsimê ji ber qedexekirina 31 deveran ji salên berê cûdatir berhevkirina wan fêkî û mîweyan zehmetir bûye.

 

Bazara nebat û mîweyên xwerisk wekî werza biharê di werza payîzê de jî geş e. Şekok wate hurmiyên biyabanî, şîlan, givîş, sîr, derdexan û çendîn nebat û mîweyên yabanî li vê bazarê tên dîtin.

 

Firoşkar bi berhevkirina van nebat û mîweyan hem ji pêdiviyeke bajaran re dibin bersiv, hem jî bi vî karî debara mala xwe peyda dikin. Lê belê li Dêrsimê qedexekirina 31 deveran karên firoşkaran ji salên berê pir zehmetir kiriye.

 

Berhevkar û Firoşkar, Huseyîn Bûlût derbarê berhevkirina nebat û mêweyên xwrisk û çiyayî de ji Rûdawê re ragihand: "Em serê sibehan zû dikevin ser rê. Bi lingan li çiyê digerin û nebat û mêweyan berhev dikin. Li aliyê din leşker bi hinceta deverên qedexekirî astengiyan derdixin. Em di bin şert û mercên giran de diçin ji çiyê van nebat û mîweyan tînin, daku hinek pere bi dest bixin. Lê belê kirryar dema kirrînê dibêjin ku "buha giran e jixwe hûn bêpere ji çiyê berhev dikin". Kirryar hîç zehmetê em dixwin hesab nakin."

 

Li nav vê bazarê nebatek degmen heye, ku ew jî sîra Dêrsimê ye. Sîra Dêrsimê yekserî ye û taybet e bi Dêrsimê. Salên borî ji ber zêde komkirinê ev sîra bi tinebûnê re rûbirû mabû. Niha tenê payîzan berhevkirina vê sîrê serbest e.

 

Berhevkar û Firoşkar, Zekî Bagaf jî li ser mijarê axivî û wiha got:

"Keko ev sîra çiyê ye, yekserî ye. Sîra çiyê taybet e bi Dêrsimê. Berhevkirina vê sîrê pir zehmet e. Li aliyê din daxwaza gel ji bo vê sîrê pir zêde ye. Ji ber zehmetiya berhevkirinê, em pê re nagihînin bazarê tije bikin."

 

Bi egereke pir mezin çavkaniya temendirêjiya dêrsimiyan ev nebat û mêweyên sirûştî ne.

 

Kiryar, Ahmet Aktaş jî derbarê sûda wan nebat û mêweyên sirûştî de axivî û wiha diyar kir: "Ev mêweyana ji bo tenduristiyê pir baş in. Hemû li çiyê çêdibin, hemû derman in. Kî bixwe, dê sûda van mêweyan bibîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst