Li Rihayê 2 zarokên Sûrî di avê de xeniqîn

10-09-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Kaniya Xezalan Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve 2 zarokên keç yên ji Sûriyê di nav avê de xeniqîn.

Li gor agahiyan şeva borî 9ê Îlona 2022ê li Taxa Hurriyetê a ser bi navçeya Kaniya Xezalan ve du zarokên Sûrî yên 8 û 11 salî ketin nav coka avê û tê de wenda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tendirûstiyê hatine cihê bûyerê û her du zarok ji nav avê hatine rizgarkirin. Lê ligel hemû midaxeleyan her du zarokan li Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan canê xwe ji dest dan.

Bi armanca pişkînîna pizîşkî termê herdû zarokan bo Saziya Edlî ya Pizîşkî hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst