Herêma Kurdistanê rojek betlane ragihand

10-09-2018
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Betlane Sala nû Hicrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî diyar kir ku bi boneya serê sala nû ya koçî (hicrî) li Herêma Kurdistanê rojek betlane hat ragihandin û got ku roja sêşemê li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.

 

Sefin Dizeyî ragihand ku bi boneya serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistan û Iraqê û cîhanê dike, bi hêviya wê yekê ku ev cejn bibe mayeya xweşî û seqamgirî û rizgariya ji pirsgirêk û qeyranan.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî eşkere kir: “Em bi vê boneyê ji welatiyên xoşewîst ên Herêma Kurdistanê re radigihînin ku roja sêşemê (11-09-2018) li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.”

 

Herwiha roja yekşemê (09-09-2018) hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku roja sêşemê li seranserê Iraqê betlaneya fermî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst