Civîna aliyên siyasî îro li Serokatiya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin

10-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare îro Çarşembê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civîna aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Civîn di derbarê hilbijartinên dahatî yên Parlamentoya Kurdistanê de ye.

Ew civîna Nêçîrvan Barzanî li gel berpirsên bilind ên aliyên siyasî, bi amadebûna Cinîn Pilasxart, di demekê de ye ku li gorî fermana berê ya Serokê Herêma Kurdistanê, pêwîst e di Cotmeha îsal de hilbijartin bêne kirin, lê belê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de amadekarî bo hilbijartinan nehatine kirin û bi wê sedemê jî hilbijarftin di dema xwe de neyên kirin.

Aliyên siyasî ji bo hilbijartinan li ser çend xalan nakok in ku ew jî çawaniya birêveçûna hilbijartinan, derbasbûna dema komîsyonê, kursî û şêwaza hilbijartina pêkhateyan û tomara dengderan e. Civîna îro jî ji bo çareserkirina wan nakokiyan e.

Kesên yekem yan kesên xwedî biryar ên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dê beşdarî civîna îro bibin.

Têkildarî civîna îro Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî pêr 8ê Tebaxê ji Rûdawê re ragihandibû, amadekarî hatiye kirin ku roja Çarşembiyê 10ê Tebaxê civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Fewzî Herîrî herwiha dabû xuyakirin, ku civîn bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert birêve diçe û kesên yekem ên hemû di civînê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3ê Tebaxê di gotarekê de daxwaz ji aliyan kir ku derbarê hilbijartinan de lihev bikin daku êdî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê neyê paşxistin.

Ev duyem civîna aliyên siyasî ye ku li serokatiya Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Berpirsa UNAMI li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert tê sazkirin.

Di civîna yekem de ku di 9ê Hezîranê de hatibû lidarxistin, biryar hate dan ku sekretariyek bê avakirin li Serokatiya Herêma Kurdistanê ku hevahengiyê li gel tîma UNAMI bike û vê mijarê bişopîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst