Şingal (Rûdaw) – Bi amadebûna sedan kurdên êzidî ji navxwe û derveyî Kurdistan û Şingalê, Cejna Cema li Mezargeha Şerfedîn bi rê ve çû.
Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ji Mezargeha Şerfedîn ragihand, ku li gor salên borî, îsal hejmara beşdaran bo rêûresma Roja Cema zêdetir bûye.
Micewirê Mezargeha Şerfedîn Simayîl Şêx Behrî diyar kir: “Cejna Cema ya Mezargeha Şerfedîn li hemû êzidiyan pîroz dikim. Hêvîdar im di vê cejnê de êzidî bi saxî û silametî vegerin mal û mulkên xwe.”
Cejna Cema ji aliyê bawermendên êzidîtiyê rojeke giring e û her sal bîranîna vê cejnê bi xweşî, şadî û ahengan dihate kirin. Lê bûye sê sal ev cejn bi rê ve neçûye. Sedema wê jî êrişa DAIŞê ya bi ser Şingal û derdora wê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse