Ji hikûmetê daxuyaniya li ser êrişa Pîranşar û topbarana Îranê

10-07-2019
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Topbaran Îran Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li dijî êrişkirina ser Supaya Pasdaran li Pîranşarê û herwiha topbarana Îranê bo ser deverên sînorî nîşan da, ku ji ber wan bûyeran keçekê jiyana xwe ji dest dabû.

 

Îro ji ber bordûmana Îranê bo ser deverên sînorî li ser sînorê gundên Sîdekan, keçeke 18 salî jiyana xwe ji dest da û du bira jî birîndar bûn. Ew topbaran piştî wê yekê hat ku duh li devera Pîranşar, yek ji fermandarên herî diyar ên leşkerî yên xwecihî yên Supaya Pasdaran li gel du çekdarên din di êrişekê de hatin kuştin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir: “Duh sêşemê 9-7-2019an, li devera Pîranşar a sînorê li gel Herêma Kurdistanê, bi ser çend endamên Supaya Pasdaran de êrişeke çekdarî hat kirin, li hember wê jî Komara Îslamî ya Îranê deverên sînorî yên nav axa Herêma Kurdistanê bombebaran kir, mixabin ji ber bombebaranê ji malbatekê welatiyek şehîd û du welatiyên din jî birîndar bûn. Herdû bûyer cihê nîgeranî û nerazîbûna me ne.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê îsbat kiriye, ku li herêmê faktora seqamgîriyê ye û rêz li hevsînorî û cirantiyê digre, "ti car rê nade û bi ti awayî qebûl nake sînorên wê ji bo êriş û têkbirina asayişa welatên cîran û karên neberpirsane werin bikaranîn".

 

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Komara Îslamî ya Îranê daxwaz dike ku bombebarankirina herêmê bide rawestandin û nebe sedema tirs û derbederiya niştecihên deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst