Deriyê Sînorî yê Zêtê ku Hewlêr û Colemêrgê bi hev ve girê dide bi fermî hate vekirin

10-05-2023
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sînorî yê Zêtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyê Sînorî yê Zêtê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de îro bi merasîmekê hat vekirin. Şaredarê Rûbarokê yê parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ragihand, ji îro pê ve geştyar dê bikaribin di deriyê sînorî re derbas bibin û heta 10 rojên din dê rê bidin welatiyan ku bi otombîlan jî bikaribin çûnûhatinê bikin.

Deriyê Sînorî yê Zêtê yê ku dikeve navbera navçeya Şêrwana Mezin a girêdayî navçeya Mêrgesorê ya Îdareya Serbixwe ya Soran a Hewlêrê û gundê Girane yê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê îro Çarşemê 10ê Gulana 2023an bi merasîmeke fermî hat vekirin.

Mistefa Barzanî wek nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qaymeqamê Mêrgesorê Ehmed Xefûr, Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb, Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik, Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mehmet Mewlut Yakut, Parlamenterê Colemêrgê yê AK Partiyê Husret Dînç, Qeymeqamê Şemzînanê Alî Ekber Ateş, Şaredarê Şemzînanê Tahir Sakli, Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetînkaya, Pêşmerge û rayedarên leşkerî û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetînkaya ji Rûdawê re ragihand, “merasîmek ji bo vekirina Deriyê Zêtê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de” hat lidarxistin û piştî nîvroj çûnûhatina welatiyan dest pê kir.

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed di merasîma vekirina deriyê sînorî de axivî û got, “Piştî vê merasîmê em ê rêyan qîr bikin û kêmasiyan çareser bikin, piştre dê derî ji geştiyaran re bê vekirin û di qonaxa duyemîn de jî dê dîzayneke nûjen ku hatiye amade kirin, were cîbicîkirin.”

Di merasîmê de Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî axivî û got, “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam li pêşkeftinên xwe berdewam e, bi taybetî di stratejî û nêrîna serokwezîr de, hemû hewlên ji bo xizmetkirina zêdetir û baştir ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê kirine. Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanaziyê bi vekirina deriyê sînorî yê navdewletî dike ku dê aramî, bextewarî û xizmetguzariyê zêdetir bi xwe re bîne.”

Umîd Xoşnaw anî ziman, “Bi vekirina vî deriyî, welatiyên Herêma Kurdistanê û herêmê û sînorê navçeya Mêrgesorê, dê ji derfetên kar û tevgera bazirganiyê sûd werbigirin, her wiha li derveyî sînor jî dê ji derfetên kar sûd werbigirin.”

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku di qonaxa yekem de çûnûhatin dê tenê geştiyarî be, piştî qîrkirina rê û bidawîbûna kar û xebatan di demeke kurt de dê derî bi navçeya Mêrgesorê ve were girêdan.

Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb gotarek pêşkêş kir û got ku vekirina vê deriyê gelek pirsgirêkan hildigire û di serî de mijara pêkanîna aştiyê li vê herêmê ku di 100 salên borî de bûye penagehek ji bo mafên rewa yê neteweya Kurd û ev herêma tenê ji welatan re nehatibû girtin, ji bo deverên din Kurdistanê û Iraqê jî hatibû girtin, “Xweşbextane niha em dibînin ku bi saya xebata berê em gihîştine qonaxa pêşxistina peywendiyên dualî û vejandina aboriyê li herêmê.”

Helgurd Şêx Necîb got, “Vekirina vî deriyî wê derfeteke din a bazirganiyê bide herêma me.”

Helgurd Şêx Necîb anî ziman, “Em hewl didin ku sûdê ji vê deriyê sînorî werbigirin da ku germahiyê bigihînin tevliheviya çandî ya her du aliyan. Xewna me tenê di vê çarçoveyê de naqede ku girêdana du herêmên sînorî li xwe digire, divê ev xala sînorî bibe xala girêdana welatan, bi taybetî ku di hezar salên borî de ku Rêya Hevrişîmê di vê herêmê re derbas bûye.”

Deriyê Zêtê li navçeya Mêrgasorê ye û parêzgehên Hewlêrê yên Herêma Kurdistanê û Colemergê yên Bakurê Kurdistanê bi hev ve girêdide.

Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetînkaya got, “Piraniya xelkê her du aliyên sînorê Zêtê xizmên hev in, nîvê xizmên min li Akrê, Amêdî û Duhokê dijîn. Vekirina vî deriyî ji bo geştyarî û ziyareta xizman pir girîng e.”

Navê Deriyê Sînorî yê Zêtê yê li Bakurê Kurdistanê Deriyê Sînorî yê Girane ye û bi gotina Şaredarê Rûbarokê, berê dema ku xelkê herêmê bixwestana derbas bibin nêzîkî 24 demjimêran derbas dibû lê bi vekirina vî deriyê sînorî dê rê gelek nêzîktir bibe.

Di sala 2013an de biryara vekirina Deriyê Zêtê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatibû dayîn, lê ji ber krîza darayî û şerê li dijî DAIŞê vekirina derî hatibû rawestandin.

Ekrem Çetînkaya li ser bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de got, “Rêya ber bi derî ve hem li aliyê Tirkiyê û hem jî li aliyê Herêma Kurdistanê ne baş e. Piştî ku rê qediyan, dê bazirganiya di wê deriyê re dest pê bike.”

Piştî merasîma vekirinê geştyar piştî nîvro bi peyatî di derî re derbas bûn û Şaredariya Rûbarokê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi Parêzgariya Colemêrgê re peywendî danî û anî ziman, “Ji me re gotin ku dê di nava hefteyekê heta 10 rojan de welatî bikaribin bi wesayîtên xwe jî çûnûhatinê bikin.”

Çetînkaya her wiha got, “Heta ku em sîstemên xwe ava bikin dê welêtî tenê bi peyatî biçin û bên, piştî 10 rojan dê bikaribin bi wesayîtên xwe jî çûnûhatinê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst