Berbijêrê HUDA-PARê yê Êlihê: Bi nêrîna Îslamî em dê biratiya Kurd û Tirkan ava bikin

10-05-2023
RÛDAW
Berdevkê HUDA-PARê û berbijêrê Êlihê Serkan Ramanli /Wêne: Rûdaw
Berdevkê HUDA-PARê û berbijêrê Êlihê Serkan Ramanli /Wêne: Rûdaw
Nîşan Serkan Ramanli HUDA-PAR Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HUDA-PARê û berbijêrê Êlihê Serkan Ramanli diyar kir ku ew bawer dikin ku pirsgirêka kurd dê bi rêyên siyasî çareser bibe û got “Em dixwazin rêya sêyemîn ji xwe re ava bikin û bi herkesî bidine nîşandan bi esasên îslamî, bi nêrîna îslamî emê karibin biratiya Kurd û Tirkan saz bikin û ev dubendî ji holê rakin.” Herwiha Ramanli anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştên ku heta niha gotine li pişt wan in.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Êlihê mîtînga danasîna berbijêran li dar xist. Serokê Giştî yê HUDA-PARê û berbijêr jî beşdarî mitîngê dibin.  Herwiha Êlih yek ji bajaran e ku HUDA-PAR herî zêde deng bi dest dixe.

Êliha ku 5 parlamenter dişîne parlamentoyê, di hilbijartinên 2018'an de HDPê 4 û  AK Partiyê jî 1 parlamenter derxistibûn.

Berdevkê HUDA-PARê û berbijêrê Êlihê yê AK Partiyê yê rêza 2yem Serkan Ramanli ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî û diyar kir ku kar û xebatên wan ên hilbijartinê di rewşeke xweş de derbas dibin. Herwiha Ramanli anî ziman ku xebatên xwe li kuce û kolanan, li gund û bajêr dewam dikin.

Ramanli diyar kir ku li gor hilbijartinên 2018an di dengên HUDA-PARê de zêdebûn çêbûye û got “Me dengên xwe zêde kiribûn lê ez texmîn dikin her wekî li gor hilbijartinên sala 2018an  dengên xwe bi parêzin, îhtimaleke mezin e ku du namzetan ji Êlihê derxin. Lê em dizanin dengên me jî gelek bûne ji ber vê yekê me hedefa xwe li ser 3 parlamenteran daniye ku em ji Êlihê derînin, herî kêm 3 parlamenterên xwe înşallahm emê ji Êlihê derxin di vê hilbijartina pêşiya me de.”

Li ser pirsa ku dê Erdogan li Êlihê çi mizgîniniyê bide Ramanli wiha bersiv da:

“Bi rastî em mizgîniyeke gelek girin û baştir hêvî dikin ji Serokkomar Erdogan. Ev aramiya ku îro me bidest xistiye, em naxwazin ji destên xwe berdin lê belê hê gelek tişt ji me re lazim in. Lazim e em biratiya xwe jî, aramî û xweşiya xwe jî bînin asteke bilindtir. Em li ser wê yekê dixebitin. Em tev birayên hev in, em Êlihî yên hev in. Em dixwazin gel û dewlet jî bi hev re aşitiyekî bînin cih.”

HUDA-PAR xwe weke partiyeke Kurd bi nav dike û li 4 bajaran dengdêrên wê hene. Ji roja ku HUDA-PAR tevlî Tifaqa Cumhur bû, ji aliyê gelek kes û partiyan ve bû sedema nîqaşan. Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli li pirsa ku HUDA PARê di xebatên xwe yên hilbijartinê de rastî çi zehmetiyan hat û sozên wan ên hilbijartinê çi ne wiha bersivand:

“Gelê me em hembêz dikin, ji me hez dikin piştî ku zanibûn em jî li xêra wan in û hêviya wan jî îro bûne em. Heta niha me bi çi rengî ji bo meseleya çareserkirina pirsa Kurd me çi gotibe, niha jî em wê dibêjin û emê di pêşerojê de jî wê bînin ziman. Em dixwazin meseleya Kurd jî bê çek, bê kuştin, bê xwîn were çareserkirin, rêya wê jî siyaset e. Em dixwazin rêya sêyemîn ji xwe re ava bikin û bi herkesî bidine nîşandan bi esasên îslamî, bi nêrîna îslamî emê karibin biratiya Kurd û Tirkan saz bikin û ev dubendî ji holê rakin înşallah. Em li xêra miletê xwe ne, li xêra Tirkan e, li xêra Kurdan e, li xêra Lazan e, li xêra Çekezan e. Em tev birayê hev in, lazim e em biratiya xwe ava bikin li ser maf û hiqûqên xwe ku em hevdu nas bikin, li ser nasname, li ser ziman û li ser geşedanên herêmî tevî lazim e em bi hev re têkoşîn bikin, em hevdu nas bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst