Kanîreş a Çewlîgê di bin avê de ma

11-04-2022
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Kanîreş Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hewa bi carekê germ bû û berfa ku heliya navçeya Kanîreşê ya ser bi parêzgeha Çewlîga Bakurê Kurdistanê ve di bin avê de hişt.

Li Kanîreşê ji ber berfa ku dihele çeman di ser re avêtin û lehî rabû. Mal, kargeh, erd û rê di bin avê de man û welatî rûbirûyê zehmetiyan bûn.

Metin Bingol, Karmendê Şaredariya Kanîreş a Çewlîgê dibêje, “Wek tê zanîn îsal berfeke pir zêde bariya û keşûhewa bi carekê de germ bû. Li taxa jor du çemên me hene, di du rojên dawî de ew çem di ser re avêtin û av hemû hat nav bajêr.”

Tîmên Şaredariya Kanîreşê jî ji bo vekirina rêyan û valakirina avê bênavber dixebitin û li hemper egera lehiyên nû tedbîran werdigrin.

Metin Bingol diyar dike, “Her der di bin avê de ma. Em jî ji bo rê li ber avê bigrin dixebitin.”

Li parêzgeha Çewlîgê, îsal weke gelek parêzgeh û navçeyên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bariya û herî dawî 23ê Adarê stûrbûna berfê 2 metre derbas kiribû û xanî di bin berfê de mabûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst