Rêya deriyê sînorî yê Xabûrê ji ber berfê hat girtin

10-02-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Xabûr Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li aliyê Bakurê Kurdistanê rêyên girêdayî deriyê sînorî yê Xabûrê ji ber berfa zêde hatin girtin.

Rêya E-90 di navbera Cizîr û Nisêbînê de li herêma Katran, rêya di navbera Şirnex û Sêrtê de li herêma Birînê û rêya di navbera Şirnex û Çolemêrgê de li herêma gundê Aşûtê ku birêya deriyê sînorî yê Xabûrê ve girêdayî ne, ji ber berfa zêde hatine girtin.

Ji ber girtina rêya E-90 bi sesan barhilgir di rê de asê mane û xelkê nêzîkî rê ji bo şofer û rêwiyan xwarin û vexwarin pêşkeş kirin.

Şofer dibêjin ew zêdeyî 5 saetan e, ji ber berfê di rê de asê mane.

Ji aliyê din ve rêya 138 gundên Şirnexê jî ji ber berfa zêde hatine girtin û çûn û hatin ligel wan gundan nabe.

Piştî 16 salan cara yekemîn e ku li navçeya Silopiya ji ber berfê li dibista bo heyama rojekê bûn behnvedan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst