Ji AK Partî û DEVAyê bo hilbijartina dersên Kurdî bangawazî

10-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dersa Bijarte Dersa Kurdî Cîhan Ulsen Alaattîn Parlak Partiya DEVA AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxa Amedê ya partiya DEVAyê, parêzer Cîhan Ulsen û Endamê Encûmena Rêveberiya Navendî yê AK Partiyê Alaattîn Parlak bang li xwendekar û dê û bavan kirin ku dersên bijarte de Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.

Alaattîn Parlak li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zaraveyên Kurdî yên Kurmanî û Zazakî û Tirkî ji bo hilbijartina dersên Kurdî peyamek belav kir û tê de wiha dibêje “EZ DERSA XWE HILDIBIJÊRIM Dîn û Zimanê Xwe Hîn Dibim.. EZ DERSA XO WEÇÎNENA Ez dînê xo û ziwanê xo musena.”

Serokê Şaxa Amedê ya partiya DEVAyê Cîhan Ulsen jî bi Zazakî tweetek perve kir û ji dêûbav û xwendekaran xwest ku dersên Kurmancî an jî Zazakî hilbijêrin.

Dersên bijarte di pola 4emîn a dibistanên seretayî û polên 5, 6 û 7emîn ên dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê da tên hilbijartin.

Di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî (polên 5, 6, 7 û 8) de zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di nav dersên hilbijartî de ne.

Li dibistanan xebatên hilbijartinê yên dersên bijarte yên sala perwerdeyê ya 2023-2024an dê heta 20ê Çileyê dewam bike.

Divê herî kêm 10 xwendekar serlêdan bikin da ku polek ji bo dersên bijartî vekin. Di sala xwendinê de hejmara xwendekaran kêm bibe jî, xwendina dersê berdewam dike.

Niha li seranserê Tirkiyê tenê 79 mamosteyên kurdî dersê didin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst