Haluk Levent ji bo malbatên xizan li Amedê konser da

09-12-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Hunermendê muzîka rockê Haluk Levent li Amedê konser da
Hunermendê muzîka rockê Haluk Levent li Amedê konser da
Nîşan Haluk Levent Amed Konser Alîkarî Malbat Xizan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hunermendê muzîka rockê Haluk Levent piştî demek dirêj ji bo helmeteke alîkariyê hate bajarê Amedê û konserek li dar xist, hunermendê ku herwiha serokatiya platformekî alîkariyê yê bi navê Platforma Gel û Aşîtiyê ya Anatolyayê dike, dahata ku ji konserê bi dest xist ji bo du malbatên Amedê terxan kir.

 

Hunermendê Tirk Haluk Levent ku bi milyonan cemawerê wî yên ciwan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene, li bajarê Amedê bi sedan welatiyan, bi kelecaneke mezin li hola konserê li hev civand.

 

Welatiyê bi navê Cihan Budak ji Rûdawê re ragihand: “Ez bi salan e dengê Haluk Levent guhdar dikim û gelek jê hezdikim.”

 

Şahibe Şener jî diyar kir: “Haluk Levent hem stranbêj e û hem jî xêrxaz e, ew her tim civakî tevdigere, ji ber vê yekê em jê hez dikin."

 

Bi pêşengiya platforma AHBABê,  ku serokatiya wî ya giştî jî Haluk Levent dike, ev rêzekonser li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têne sazkirin, tevî wê yekê ku dahata van konseran ji malbatên xizan re têne terxankirin.

 

Hunermendê Tirk di konsera xwe de bi giranî cih da stranên Ahmet Kaya, herwiha  ji bo piştgiriya gelê Filistînê jî stran gotin.

 

Beriya konserê Haluk Levent û tîma Platforma Gel û Aşîtiyê ya Anatolyayê (AHBAB) serdana malbata Ahmed Karakaş kiribûn ku Karakaş berî 10 rojan dema ku wî ji bo debara mala xwe li bazarê gilgil difirot, ketibû çaleke kûr û brîndar bibû.

 

Ahmed Karakaş ji Rûdawê re aşkere kir: “Debara mala me tenê li ser pişta min bû, 10 roj beriya niha ez ketim çaleke kûr û birîndar bûm, em gelek xizan in, mala Haluk Levent ava hat serdana me û soz da me ku xaniyê me ji me re çêbike û alikariya xurekê ji me re bigihîne.”

 

Malbata ku dahata konsera Haluk Levent gihîşte wan bi rêya Rûdawê spasiya xwe gihandin raya giştî.

Lamia Karakaş diyar kir: “Min di umrê xwe de qet Haluk Levent nedîtibû, mala wî û komeleya wan ava, hat li halê me pirsî û ji me re got ezê xaniyê we bi ser û ber bikim, Xwedê ji we û ji wî razî be."

 

Hunermendê  muzîka rockê Haluk Levent li Tirkiyê weke xêrxazê projeyên berpirsyariya sosyal û dilsoziyê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst